Şerê gel ê şoreşgerî: Komînan jî amadekariyên xwe temam kirine

Komînên bajarê Qamişlo li gorî rewşa awarte û di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de, komîteyên parastin, xizmetguzarî û tenduristiyê ava kirine. Endamên komîteyan û hevserokê komînekê dibêjin ku wan av û stargeh dabîn kirine û şêniyên taxan jî xwe li gorî rewşê amade dikin.

Şerê gel ê şoreşgerî: Komînan jî amadekariyên xwe temam kirine
26 tîrmeh, 2022   00:54
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Meclisa Giştî a Rêveberiya Xwerser a Bakur û Rojhilatê Sûiryê, ji ber êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker yên bênavber li ser herêmê di 6`ê Tîrmehê de rewşa awarte ragihand.

Di biryarê de meclisê bang li komîte, meclis û saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêveberiyên Xweser û Sivîl kiribû ku li dijî plan û gefên dagirkeriya Tirk amadekariyên xwe bikin. Ji dema ragihandina rewşa awarte de sazî û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi amadekariyên xwe dikin.

Li komînên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku rêxistinbûna sereke ya li herêmê ne, beriya ragihandina rewşa awarte 10 komîte hebûn. Niha ji bo rewşa awarte hemû endamên komînan xwe di nava 3 komîteyên sereke (parastin, xizmetguzarî, tenduristî) de xwe bi rêxistin kirine.

'JI HER MALBATEKÊ JI YEK HETA 5 KESAN TEV LI KOMÎTEYÊN PARASTINÊ BÛNE'

Têkildarî mijarê me berî xwe da komîngeha Şehîd Yasir a li bajarê Qamişlo ku di nava xwe de 4 komînên li taxa Zeytûniyê û Qidûr Bekê dihweîne; Komîna Şehîd Botan, Şehîd Enwer, Şehîd Xalid û Şehîd Warşîn. Komînên navborî kar û xizmetan ji bo 475 malbatî dikin.

Endamên komîteyên Komîngeha Şehîd Yasir ku niha kar û xebatên xwe di çarçoveya rewşa awarte de bi rêve dibin ji ajansa me re axivîn. Endama Komîteya Parastinê Seda Elî got: “Me ji destpêkê ve komîteya parastinê li ser esasê parastina şêniyên taxê ava kiriye. Di dema şerê li Girtîgeha Sîna ya li Hesekê yê li hemberî çeteyên DAIŞ`ê de, me bi şev û roj taxên xwe parastin.”

Seda Elî da zanîn ku di rewşa awarte de, anku di dema êrişên dewleta Tirk a dagirker de ew ê bi hemû hêza xwe taxên xwe biparêzin û wiha dom kir: “Ji her malekê endamek heta 5 endaman cihê xwe di komîteya parastinê de digire.”

'ME BÎRÊN AVÊ Û JENENRETORÊN KEHREBEYÊ AMADE KIRINE'

Endama Komîteya Xizmetguzarî Xewla Cuma jî got: “Me li hemû taxên Komîngeha Şehîd Yasir 30 bîrên avê amade kirine, ji bo pêxistina van bîran jenenretor jî hazir in. Me welatî jî hişyar kirin da ku ji bo malbatên xwe parên xwarinê dabîn bikin.”

Endama Komîteya Tenduristiyê Firyal Xelef jî da zanîn ku ew perwerdeyê li ser tedbîrên tibî yên pêwîst û destwerdanên lezgîn dibînin da ku ji rewşên rawarte re bibin bersiv.

Di dewreyên perwerdeyê de, kesên beşdar bûne li ser dermankirina birîndarên bi çekên curbicure û di nav de çekên kîmyewî, hatine perwerdekirin. Ji ber ku di êrişên dairkirinê yên li dijî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de dewleta Tirk a dagirker çekên kîmyewî jî li hember welatiyan bi kar anîn.

Firyal Xelef got: “Divê her kes di rewşên awarte li gorî zanebûna xwe tevbigere, kesên ku tecrubeyên wan ê tendursitiyê hebin divê li gelê xwe xwedî derkevin.”

Firyal daxuyad ku komîteyên tenduristiyê ji bo dermankirina birîndarên xwe amade ne.

'119 JÊRZEMÎN, JI WAN 3 NUQTEYÊN TENDURISTIYÊ HATINE AMADEKIRIN'

Hevserokê Komîngeha Şehîd Yasir, Ridwan Reşîd jî ev tişt anîn ziman: “Komîteyên me yê rewşa awarte bi karê xwe radibin. Gel jî bi me re alîkar e. Madeyên xwarinê hatine amade kirin, her wiha 119 jêrzemîn ji bo parastina şêniyan di taxê de hatine diyarkirin, ku 3 ji wan jî nuqteyên tenduristiyê ne.”

Ridwan Reşîd da zanîn ku ji bilî şêniyên taxan, zêdetirî 32 malbatên koçberên ji Heleb û gundewarên wê jî li komînên taxên wan dimînin.

Ev yek ji nimûneyên 34 komîngehên bajarê Qamişlo ye, mîna wan komînên din jî bi vî awayî tev li rewşa awarte ya li herêmê dibin. Li gorî Meclisa Bajarê Qamişlo li bajêr bi giştî 105 komîn hene.

(cx)

ANHA