​​​​​​​Akademîsyen û rojnamevanên iraqî: Komkujiya Zaxo sûcekî mezin e

 Lêkolîner, akademîsyen û rojnamevanên iraqî daxwaz kirin ku komkijiya dewleta Tirk a dagirker li Zaxo pêk aniye, wiha bê hesab derbas nebe û diyar kirin ku ew sûcekî mezin e, her wiha helwesta Bexda û Hewlêrê ya li hember vê komkujiyê şermezar kir.

​​​​​​​Akademîsyen û rojnamevanên iraqî: Komkujiya Zaxo sûcekî mezin e
26 tîrmeh, 2022   04:45
QAHÎRE – EMANÎ EZAM

Artêşa Tirk a dagirker çarşema borî seyrangeheke navçeya DerKarê ya parêzgeha Zaxo hedef girt û di encamê de bêhtirî 30 welatiyên iraqî bûn qurban. Li gor agahiyên dawî yên ji herêmê, 9 geştyar hatin qetilkirin, di nav de 2 zarok û 3 jin hene û 23 welatî birîndar bûn ku di nav de jin û zarok jî hene. 

Li hember komkujiya dewleta Tirk a dagirker li Zaxoyê gelek berpirsên iraqî, Ereb û rojavayî bertekên xwe nîşan dan, her wiha hemû aliyên siyasî yên iraqî ji bilî PDK’ê, ji hikumeta Bexdayê daxwaz kirin ku ji bo rawestandina êrişên dagirkeriya Tirk bikeve tevgerê û helwesta lewaz a hikumeta El-Kazimî şermezar kir.

DIVÊ WIHA BÊHESAB DERBAS NEBE

Girêdayî mijarê, siyasetmedarê Iraqî Kitab El-Mîzan ji ajansa me re wiha axivî: “Dorpêçkirina konsulosxane û nivîsgehên derxistina vîzeyê li seranserî bajarên Iraqê, berteka tund a gelê Iraqê li hember binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û artêşa wê ye.”

El-Mîzan wiha domand: “Ev binpêkirin divê wiha bêhesab derbas nebin, daxwazên gel ji bo derxistina balyozê Tirk û boykotkirina kelûpelên Tirk û belgekirina vê kiryarê, hene; ji ber ku timaya Tirkan di xaka bakurê Iraqê de heye ku dixwaze dagir bike, em jî wek gel û hikumet rê nadin ku ev yek pêk were.”

Helwesta hikumeta Iraq ne wek tê xwestin e, der barê vê yekê de serokê Navenda Ebabîl a Lêkolînên Stratejîk, Dr.Fais Îbrahîm ji ajansa me re wiha anî ziman: “Êdî baweriya gelê Iraqê bi nûnerên wî yên di desthilatdariyê de nayê, ji ber wê jî berê xwe da qadan da ku li hember êrişên dagirkeriya Tirk bisekine. Ji ber ku hikumeta Iraqê di bersivdayînê de gelek dereng ma û helwesta wê pir lewaz bû, doz ji herkesî re xuya û eşkere ye û şîrovekirinê naxwaze, me hêvî dikir ku bersiva hikumeta Iraqê ji vê tundtir ba.”

BINPÊKIRINA SERWERIYA IRAQÊ YE

Akademîsyen û siyasetmedarê iraqî, Dr. Elî El-Rebîî ji ajansa me re wiha axivî: “Helwesta tund a welatiyên iraqî encama binpêkirina serweriya Iraqê û ji bo qurbanên sivîl ên wê komkujiyê ye.”

El-Rebîî wiha domand: “Helwesta xwepêşandêran her wiha nerazîbûna li hember helwesta hikumeta Iraqê ya lewaz nîşan dide, nexasim ku dewlet bi hêza xwe û saziyên xwe yên leşkerî nikare bersivê bide, ku bi salan e baregehên artêşa Tirk a dagirker li ser xaka Iraqê hatine avakirin û hikumeta Iraqê nikare wan derxe. Ew jî sedema êşên welatiyên iraqî ne, bi taybet piştî ku êdî rola Iraqê di hevsengiya hêzên Rojhilata Navîn de nemaye.”

SÛCEKE MEZIN E NAYÊ EFÛKIIRN

Rojnamevanê Başûrê Kurdistanê Meşxel El-Kolosî got: “Pêşketinên metirsîdar û binpêkirinên mezin ên Tirkiyê li ser serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê hene. Her wiha hêrsbûneke mezin di nav civaka kurdistanî û iraqî de li hember wan binpêkirinan derketine. Gelek analîzvan dibînin ku Tirkiye xetên sor derbas kirine û divê were rawestandin.”

El-Kolosî wiha domand: “Ev êrişê dermirovî yê li ser seyrangehê di serî de paşxistina astên geştyariyê li Herêma Kurdistanê armanc dike. Ji ber dê di encamê de aborî were paşxistin, ev jî zikreşiya Tirkan a li dijî Kurdan nîşan dide ku heta mêvanên Kurdistanê, mebesta min geştyarên ku hatine Kurdistanê, ji êriş û hovîtiya Tirkiyê bêpar neman, ev jî sûcekî mezin e.”

El-Kolosî ev li gotinên xwe zêde kir: “Daxistina ala Tirk tiştê herî hindik e ku mirov bike. Em li benda wê yekê ne ku Tirkiyê lêborînê ji Kurdistanê di serî de û ji malbatên şehîdan û Iraqê bixwaze. Nexasim ku ev sûcekî mezin e û dê têkeve dîrokê ji ber hovîtiya wê. Ez pê dihesim ku komkujî, ji binî heta serî ve, komployeke kirêt li dijî Kurdistanê ye.”

LEWAZBÛNA DESTHILATDARIYA IRAQÊ

Analîzvanê leşkerî û strarejîk ê iraqî Mihemed Asim Şenşel girêdayî heman mijarê got: “Yên di hikumeta Iraqê de zilamên dagirkeran in û tu carî ne girêdayî Iraqê ne. Amerîka, Iraq dagir kir û talan kir, piştre radestî Îranê kir da ku ew jî planên talankirina Iraqê bidomîne. Kesayetên herî qirêj anîn û kirin berpirsyar da ku bi rêya wan planên xwe pêk bînin.”

Şenşel wiha destnîşan kir: “Dagirkeriya Tirk ji bakurê Iraqê (Başûrê Kurdistanê) re ne ji îro de ye, timaya Tirkan ji dehên salan ve heta vê kêliya ku xwestin pêk were, bi hêsankirina gelek hikumetên Iraqê yên li du hev piştî 2003`yan e. Ji ber wê destwerdana Tirk ji ya Îranê tundtir e, li dawiyê herdu jî dixwazin ziyanê bigihînin Iraqê û gelê wî da ku wî parçe bikin.”

Şenşel wiha domand: “Binpêkirinên bênavber rastî tu bersiv û şermezarkirinan nehatin, ev jî wê yekê nîşan dide ku dewlet bi serweriya xwe têk çûye û Tirkiyê sûd ji vê yekê girt û dest bi talankirina Iraqê kir.”

Şenşel pirsî: “Gelo ne diviyabû ala Tirk ji ser konsulosxane û balyozxaneyên Tirk ji destpêka êrişên wê ve bihata daxistin? Ne diviyabû gelê Iraqê li hember wan êrişan serî hildaba? Ev hişyarbûn piştî wexta xwe hat ku di encama wê derengbûnê de kesên sivîl bûn qurban. Gel xwest li seyrangeha welatê xwe bêhna xwe vede, lê nizanî ku ew ji aliyê serdestiya welatê xwe ve hatiye binpêkirin.”

(mh)

ANHA