Kazimî êrişên dagirkeriya Tirk kir rojeva hevdîtina li gel nûnera NY`yê

Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî di hevdîtina li gel nûnera NY`ê ya Iraqê de li ser êrişên dewleta Tirk û qetilkirina sivîlan daxwaz kir NY guh bide daxwazên Iraqê û serweriya xaka wê biparêze.

Kazimî êrişên dagirkeriya Tirk kir rojeva hevdîtina li gel nûnera NY`yê
25 tîrmeh, 2022   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Nûnera Netewên Yekbûyî (NY) ya ji bo Kar û Barên Iraqê Jeanine Hennis Plasschaert serdana Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî kir. Têkildarî serdanê ofîsa Kazimî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, li ser hemahengiya di navbera Iraq û erkê NY yê li deverên cûda bi taybetî jî li ser pêngavên ji bo girtina dosyên penaberan û piştgirîkirina deverên hatin rizgarkirin axivîn.

Her wiha hat gotin Kazimî diyar kiriye ku wan ji ber êrişên dawî yên dewleta Tirk ku di encamê de gelek welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn serî li NY dane. Her wiha hat diyarkirin Kazimî daxwaz kiriye NY û civaka navneteweyî guh bidin xwestekên Iraqê û hewil bidin serweriya xaka Iraqê û welatiyên wê biparêzin.

Hat gotin li beramber jî Plasschaert gotiye ku ew ê daxwazên Iraqê bigihîne Konseya Ewlekariyê ya NY`yê da ku li ser mijarê biryarê bidin.