Konseya Ewlekariyê wê sibe ji bo Iraqê bicive

Konseya Ewlekariyê ya NY sibe li ser daxwaza Iraqê dicive. Parlementerê Iraqê Soran Omer diyar kir ku parlementoya Iraqê raporek têkildarî dagirkerî û bikaranîna çekên kimyawî yên ji aliyê Tirkiye tên kirin radestî Wezareta Karên Derve kiriye da ku sibe radestî Konseya Ewlekariyê ya NY bike.

Konseya Ewlekariyê wê sibe ji bo Iraqê bicive
25 tîrmeh, 2022   15:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Sibe Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî (NY) li ser daxwaza Iraqê ji bo giftûgokirina komkujiya dewleta Tirk a li Zaxo ku tê de 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndar bibûn dicive.

Parlementerê Iraqê Soran Omer der barê mijarê de ji Rojnews re axivî û got: “Îro komisyona ewlehî û parastinê li gel komisyona peywendiyên derve ya parlementoya Iraqê civiya. Di civînê de pêşniyar û raporên taybet ên li ser Komkujiya Zaxo û dagirkeriya Tirkiye pêşkêşî Wezareta Karên Derve ya Iraqê hatin kirin da ku ew rapor sibe radestî Konseya Ewlekariyê ya NY were kirin.”

Soran Omer diyar kir ew rapor ji 50 rûpelan pêk tê û di civîna parlementoyê de pêşkêşî Wezareta Karên Derve ya Iraqê hatiye kirin. Omer got, “Di raporê de behsa êriş, destdirêjiyên Tirkiye û bikaranîna çekên kimyawî û qedexekirî yên ji aliyê dewleta Tirk ve li Herêma Kurdistanê tên bikaranîn, dike. Wê ev rapor pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya NY were kirin.”