Sûriyan li hev kir ku Rêveberiya Xweser misogeriya çareserkirina aloziya Sûriyê ye

Sûriyên di panela “Bandorên rewşa navneteweyî û herêmê li ser aloziya Sûriyê” de beşdar bûne, li hev kirin ku projeya Rêveberiya Xweser misogeriya çareserkirina aloziya Sûriyê û rêgirtina li pêşiya mudaxeleyên derve, parastina yekitî û serdestiya Sûriyê ji dagirkeran û projeyên parçekirinê ye.

Sûriyan li hev kir ku Rêveberiya Xweser misogeriya çareserkirina aloziya Sûriyê ye
Sûriyan li hev kir ku Rêveberiya Xweser misogeriya çareserkirina aloziya Sûriyê ye
Sûriyan li hev kir ku Rêveberiya Xweser misogeriya çareserkirina aloziya Sûriyê ye
Sûriyan li hev kir ku Rêveberiya Xweser misogeriya çareserkirina aloziya Sûriyê ye
Sûriyan li hev kir ku Rêveberiya Xweser misogeriya çareserkirina aloziya Sûriyê ye
Sûriyan li hev kir ku Rêveberiya Xweser misogeriya çareserkirina aloziya Sûriyê ye
Sûriyan li hev kir ku Rêveberiya Xweser misogeriya çareserkirina aloziya Sûriyê ye
25 tîrmeh, 2022   15:09
HESEKÊ

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) îro li Hesekê, panelek ji gelek beşên civaka bajêr re bi navnîşan “Bandorên rewşa navneteweyî û herêmî li ser aloziya Sûriyê” li dar xst.

Di panelê de, nûnerên partiyan, rêxistinên jinan, Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Hisên Selo, rûspiyên êlên kurd û ereb beşdar bûn. Endamê meclisa serokatiya MSD`ê Xiyas Naîsa û gelek endamên meclisê, panel bi rêve birin.

Di panelê de Naîsa behsa rewşên navneteweyî û herêmî, nakokiya li ser desthilatê, ferzkirina hegemoyê, rêbazên bikaranîn derfetên leşkerî ji bo sepandina hegemonyê li ser hesabê gelan û civakan, çi bi rêya derxistina şerên navxweyî, yan jî di bin dirûşmên parastina demorkatiyê, azadiya gelan û ewlehiya neteweyî de mudaxelekirin, kir.

Di panelê de, bi hûrgulî behsa tecrubeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê anku Rêveberiya Xweser, destkeftiyên ku hatine bidestxistin di aliyên rêveberî, siyasî û leşkerî de, birêxistinkirina civakeke çalak xwedî vîn ku dikare xwe bi xwe birêve bibe, xwedî nêrînek ji bo çareserkirina aloziya welêt dûrî mudaxeleyên derve û ajandeyên wê hat kirin. Her wiha behsa rola hêzên leşkerî di rêgirtina li pêşiya parçekirina welêt û dagirkirina Sûriyê de hat kirin.

Beşdaran li hev kir ku projeya Rêveberiya Xweser modelek e ku bi rêya wê aloziya Sûriyê tê çareserkirin, çareserya yekane ye ku azarên sûriyan bi dawî dike, bi rêya wê dikarin li hember timayên dewletên mudaxeleya Sûriyê kirine, bisekinin.

Têkildarî panelê û rêya herî serkeftî ku aloziya Sûriyê were çareserkirin, endamê Meclisa Rûspiyan a Hesekê Ekrem Mehşûş got tecrubeya Rêveberiya Xweser bi ser ket û li hember hemû planên li dijî welêt sekinî.

Der barê panelê û girîngiya wê de Mehşûş got:” Lidarxistina mîna van panelan gelek girîng e da ku rewşa Sûriyê were ragihandin. Gel Sûriyê ruxmî jiyana tehl, lê dîsa jî li ber xwe dide.”

Di heman çarçoveyê ve endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê Xiyas Naîsa diyar kir ku hevgirtina hêzên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe yên siyasî û leşkerî pêwîstiyek e da ku ev alozî û azarên gelê Sûriyê bi dawî bibin.

ANHA