Çarçoveya Hemahengî namzetê xwe yê ji bo serokwezîrtiya Iraqê diyar kir

Parlamenterê Iraqê Fazîl Fetlawî diyar kir ku Hevpeymana Çarçoveya Hemahengî ya Şîeyan, bi fermî Mihemed Şeya Sudanî ji bo erkê serokwezîrtiya nû ya Iraqê weke namzet diyar kiriye.

Çarçoveya Hemahengî namzetê xwe yê ji bo serokwezîrtiya Iraqê diyar kir
25 tîrmeh, 2022   15:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenter Fazîl Fetlawî ku di heman demê de endamê Çarçoveya Hemahengî ye ji medya Iraqê re axivî û got; “Hevpeyaman Çarçoveya Hemahengî ya Şîeyan bi fermî Mihemed Şeya Sudanî ji bo erkê serokwezîrtiya nû ya Iraqê weke namzet diyar kiriye.”