Kombûna Jinan a Zenûbya ya Reqa û Minbicê banga berdewamkirina têkoşîna şehîdan kir

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûya şaxê Reqayê çalakiyeke protestoyî li dijî hedefgirtina hersê fermandarên jin li darxist û banga darizandina dewleta Tirk a dagirker kir ji ber sûcên li dijî gelên herêmê pêk tîne. Li Minbicê jî, kombûnê daxuyaniyek da û tê de teqezî bi berdewamkirina têkoşînê li hember dagirkeriya Tirk kir.

Kombûna Jinan a Zenûbya ya Reqa û Minbicê banga berdewamkirina têkoşîna şehîdan kir
25 tîrmeh, 2022   14:41
REQA

Bi sedan jin, endamên saziyên sivîl û leşkerî, YPJ`ê li Reqayê tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de hevseroka Meclisa Leşkerî ya Reqa Îman Mihemedd axivî û berxwedana şehîdan Jiyan, Barîn, Roj, Mizgîn û Delar silav kir û got hevalan li dijî DAIŞ`ê li ber xwe da, da ku azadiya jinan pêk bînin û soza şopandina rêya wan heta pêkanîna serkeftinê da.

Her wiha di çalakiyê de, endama rêveber a Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya Sewsen El-Xelef daxuyanî da û sûcên dewleta Tirk a dagirker û êrişên wê bi rêya balafirên bêmirov ên biçek li dijî kesayetên nîştimanî şermezar kirin.

Her wiha Sewsen El-Xelef bi rêya daxuyaniyê soz da hemû şehîdên azadiyê ku destkeftiyên wan biparêzin, azadî û edaletê pêk bînin.

MINBIC

Di heman çarçoveyê de li Minbicê berdevka Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûya Nesrîn El-Elî daxuyanî xwend ku li pêşiya navenda nivîsgehê ya li bajêr hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker piştî ku gelek herêmên Sûriyê dagir kirin, niha jî dixwaze herêmên din dagir bike di hewldanekê de ji bo vegerandina împeratoriya osmanî bi rêya nûkirina hevpeymên navneteweyî.

Di dawiya daxuyaniyê de teqezî bi berdewamkirina têkoşînê li hember siyasetên dewleta Tirk a dagirker hat kirin û bang li gelên herêmê hat kirin ku hevgirtî bin û têkoşîna şehîdan heta rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî, berdewam bikin.

ANHA