SOHR: Hikumeta Şamê bi rûspiyên Derayê re civiya û gefa operasyoneke leşkerî xwar

Endamên “Komîteya Ewlehiyê” ya girêdayî hikumeta Şamê bi rûspî û şêniyên bajarokên Tefes Yadûde û Casim ên Dera El-Beled re civiyan û ji wan xwest ku kesên tawanbar radestî wan bikin, eger nekin jî ew ê operasyoneke leşkerî dest pê bike.

SOHR: Hikumeta Şamê bi rûspiyên Derayê re civiya û gefa operasyoneke leşkerî xwar
25 tîrmeh, 2022   14:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da zanîn ku endamên “Komîteya Ewlehiyê” ya girêdayî hikumeta Şamê duh yekşemê, bi rûspiyên bajarokên Tefes, Yadûde û Casim ên Derayê re civiyan. “Komîteya Ewlehiyê” ji beşdaran xwest ku bi wan re bibin alîkar û kesên tawanbar radestî wan bikin.

Serokê “Komîteya Ewlehiyê” gef li rûspiyan xwar ku eger şêniyên herêmê bi wan re nebûn alîkar, ew ê operasyoneke leşkerî bidin destpêkirin.

Di civînê de parêzgarê Derayê, serokê şaxê ewlehiya leşkerî yê herêma başûr, Lueyî El-Elî û fermandarê Firqeya 5`an, beşdar bûn.

Girêdayî mijarê, li gorî SOHR`ê hikumeta Şamê sewqiyat li Daryê bi cih kirin ku ji Şamê hatin.

Tê zanîn ku di 22’ê Tîrmehê de dewriyeke hêzên hikumeta Şamê êrişî bajarokê Yadûde ya rojavayê Derayê kiribû û mala çekdarekî xwecih ku qebûl nekir koçberî bakurê Sûriyê bibe, dorpêç kir.

Di encamê êrişê de şer û pevçûn di navbera hêzên hikumeta Şamê û wî çekdarî, hevalên wî yên heman malê de bûn, derket û kesek ji hevalên wî çekdarî hat kuştin û ji herdu aliyan gelek kes birîndar bûn, her wiha ji jinek birîndar bû.

(mh)