Meclisa Navçeya Holê banga hesabxwestinê ji dagirkeriya Tirk kir

Meclisa Navçeya Holê ya kantona Hesekê bang li civata navneteweyî û hêzên navneteweyî kir ku hesabê ji dewleta Tirk a dagirker bixwazin ji ber sûcên wê yên li dijî gelên Sûriyê û Iraqê, her wiha tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin.

Meclisa Navçeya Holê banga hesabxwestinê ji dagirkeriya Tirk kir
25 tîrmeh, 2022   13:56
 HESEKÊ

Meclisa Navçeya Holê ya kantona Hesekê li hember berdewamkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan daxuyanî da.

Hevserokê Meclisa Navçeya Hol Ziyad Hesen daxuyanî xwend. Şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyan û rûspiyên herêmê tev li çalakiyê bûn.

Di dauxyaniyê de êrişa li ser hersê fermandarên jin Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan hat şermezarkirin û berxwedana QSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat silavkirin ku ji bo parastina herêmê û pêkanîna ewlehiyê li ber xwe didin. 

Di daxuyaniyê de bang li civat û hêzên navneteweyî hat kirin ku hesabê ji dewleta Tirk a dagirker û serokê wê bixwazin ji ber sûcên şer ên li Sûriyê û Iraqê pêk anîne.

Her wiha di daxuyaniyê ev yek hate gotin: “Girankirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, berdewama siyasetên Tirkiyê yên li dijî gelên azadîxwaz e û pêşîlêgirtina fikrê rêber Abdullah Ocalan e ku êdî ji bo çareserkirina dozên Rojhilata Navîn bûye pêwîstiyek.”

Di dawiya daxuyaniyê de teqezî bi pêwîstiya berdewamkirina têkoşînê li rex Rêveberiya Xweser û QSD`ê ji bo parastina herêmê hat kirin. Her wiha hat diyarkirin ku divê piştgiriya gelê Iraqê û hewldanên derxistina dagirkeriya Tirk ji axa Iraq û Sûriyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ji bo rêber Abdullah Ocalan, berdewam bikin.

ANHA