Dayikên Aştiyê li Helebê şehîd Jiyan Tolhildan, Barîn Botan û Roj Xabûr bi bîr anî

Dayikên Aştiyê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi daxuyaniyekê şehîd Jiyan Tolhildan, Barîn Botan û Roj Xabûr bi bîr anî û soza şopandina rêya şehîdan ji bo bidestxistina azadiyê da.

Dayikên Aştiyê li Helebê şehîd Jiyan Tolhildan, Barîn Botan û Roj Xabûr bi bîr anî
25 tîrmeh, 2022   13:43
HELEB

Îro, Dayikên Aştiyê yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê der barê êrişa balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Qamişlo di 22’ê Tîrmehê de ku di encamê de her sê fermandarên jin ên QSD û YPJ'ê; Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan şehîd bûn, daxuyaniyek da.

Dayîka şehîd Alan Remziye Salih daxuyanî li pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd xwend.

Di daxuyaniyê de hersê şehîd û hemû şehîdên jin hatin bibîranîn û hat destnîşankirin ku dewleta Tirk asta êrişên xwe li dijî Kobanê û Şehba zêde kiriye û li gel bêdengiya civata navneteweyî şehîd û birîndar çêdibin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker ji ber ku hesabê ji projeya neteweya demokratîk re dike, êrişî herêmê dike da ku vîna gelan û jinan bişikîne û ji avakirina “herêma ewle” armanc dike, alîgirên xwe bi cih bike û guhertina demografiyê pêk bîne.

Di daxuyaniyê de êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî fermandarên jin Jiyan Tolhildan, Barîn Botan û Roj Xabûr hat şermezarkirin ku li dijî DAIŞ’ê şer kirine û di hemleyên rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de cih girtine.

Her wiha bang li welatên bêdeng, Koalîsyona Navneteweyî û civata navneteweyî hat kirin ku dawî li sûcên dagirkeriya Tirk bînin.

Di daxuyaniyê de siyaseta ku li dijî gel li Kobanê û Şehba tê meşandin hat şermezarkirin û hat gotin: "Bi van êriş û gefan hûn ê nikaribin me bi tu awayî paşve bikişînin, lê kîna me ya li hember dewleta Tirk xurttir dike."

Di daxuyaniyê de bang li hemû jinên cîhanê hat kirin ku tev li nav refên têkoşînê bibin û soza pêkanîna azadî û rûmetê, berdewamkirina têkoşînê li ser şopa şehîdan hat dayîn.

ANHA