​​​​​​​PYD`ê û Tevgera Çep a Şoreşger a Sûriyê muzakereyek îmze kir

PYD`ê bi Tevgera Çep a Şoreşger a Sûriyê re ji bo peydakirina mekanîzmayeke karê hevbeş muzakereyeke lihevkirinê îmze kir.

​​​​​​​PYD`ê û Tevgera Çep a Şoreşger a Sûriyê muzakereyek îmze kir
25 tîrmeh, 2022   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li ser malpera xwe ya fermî diyar kir ku wan duh (24`ê Tîrmehê) li navenda xwe ya giştî ya li bajarê Qamişloyê bi Tevgera Çep a Şoreşger a Sûriyê re muzakereyek îmze kiriye.

PYD`ê diyar kir ku muzakere ji bo peydakirina mekanîzmaya karên hevbeş û sekinandina  li hember astengiyên hevbeş, hatiye îmzekirin û got: “Muzakere ji aliyê hevserokê PYD`ê Salih Muslim û koordînatorê giştî yê Tevgera Şoreşger a Sûriyê Xeyas Neyîse ve hate îmzekirin. Hevseroka PYD`ê Asya Ebdullah û berdevka partiyê Sema Begdaş û hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a PYD`ê Erîfe Bekir û Mezlûm Xelîl jî lê amade bûn.”

Li gorî malperê, muzekereya lihevkirinê li ser bingeha armancên hevbeş pêk hat ku mafên gelê herêmê mîsoger bike, her wiha li ser têkoşîna demokratîk û civakî û kar û xebatê bi hêzên demokratîk û çepgir re zêdetir bikin da ku sûrî bi awayekî azad çarenûs û pêşeroja xwe diyar bikin, yekitiya xaka welat vegerînin li ser esasê sîstemeke demokratîk, pirreng, nenavendî û serdestiya gel, ji dagirkerî, mêtingerî û zordestiyê rizgar bibin û şerê di navbera hêzên hegemon bi dawî bikin. Her wiha dozên mirovî yên girêdayî vegera koçber û penaberan, serbestberdana girtiyan û eşkerekirina aqûbeta kesên hatine revandin, werin çareserkirin. Li aliyekî din jî hesab ji sûcdarên şer û yên sûcên dermirovî kirine, were xwestin.

Xeyas Neyîse jî tekez kir ku hîna hêzeke demokratîk ku berpirsyariya rewşa Sûriyê rake û berjewendiyên gelê Sûriyê li hemû herêman di ser her tiştî re bigire, heye û wiha dewam kir: "Îmzekirina vê muzakereyê li herêmên Rêveberiya Xweser peyameke ku hêza demokratîk a sûrî û mirovî, Rêveberiya Xweser wekî bingeha veguhartina siyasî ya pêwîst ji bo Sûriyê û jinûve avakirina welat dibîne."

Hevserokê PYD`ê Salih Muslim jî hêvî kir ku ev muzakere gaveke serkeftî be û got ev lihekvirin bi saya fedakariyên şehîdan pêk hatiye.

Li gorî malpera PYD`ê, Muslim her wiha got ev muzakere armanc dike hemû partiyên siyasî û aliyan bigihîne hev û modela Rêveberiya Xweser a Demokratîk belav bike.

(eh)