Li dijî êrişên dagirkeriyê li Minbicê çalakiya konvedanê

Kongra Civaka Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê sibê bi hevkariya saziya olî ya Minbicê, li dijî êriş û sûcên dagirkeriya Tirk li dijî herêmê konê çalakiyê veda.

Li dijî êrişên dagirkeriyê li Minbicê çalakiya konvedanê
25 tîrmeh, 2022   13:02
MINBIC

Di konê çalakiyê de oldar, waîz û melayên mizgeftanên bajarê Minbicê û gundewarên wê, her wiha nûnerên sazî, Komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, Komîteyên Hundir, Meclîsa Dada Civakî û Ciwanên Şoreşger amade bûn. Çalakî li ber avahiya berê ya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya li navenda bajêr tê lidarxistin.

Çalakiyê bi axaftina Hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo dest pê kir. Şêxo got: "Em li vir kom bûne da ku em gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên me şermezar bikin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku qedexekirina hewayî li ser van herêman deynin, da ku em armancên dagirkeriya dewleta Tirk têk bibin. Tirkiye her tim di bin navê îslamê de tevdigere. Em vê pirsê dikin, gelo ola îslamê dibêje ku zarokan bikujin, jinan perîşan bikin û hurmetê binpê bikin?”

Endamê Rêvebir ê Komîteya Aborî ya Minbicê Ebdo Elî El-Ebo jî wiha axivî: "Rejîma Tirk bi binpêkirin û gefên dubare li pêş çavê civaka navneteweyî jiyana aram li herêmên me têk dide."

Çalakî sibe jî bi beşdariya endamên saziyên sivîl û leşkerî, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û mecilsan didome.

 ANHA