Siyasetmedarên Iraqê: Hewlêr şirîka Enqereyê ye

Siyasetmedarên iraqî diyar kir ku Hewlêr hevkara dewleta Tirk e û dibe ku lihevkirinek di navbera Hewlêr û Enqereyê de hebe ku hêzên Tirk derbasî kûrahiya xaka Iraqê bibin û serdestiya Iraqê binpê bikin.

Siyasetmedarên Iraqê: Hewlêr şirîka Enqereyê ye
25 tîrmeh, 2022   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterê Îtîlafa Dewleta Yasa Mihemed Sadûn ji ajansa 'Melûmê' ya Iraqê got: “Ji ber siyaseta Herêma Kurdistanê, hikumeta Federal an artêşa Iraqê nikarin li hemberî binpêkirinên Tirkiyê tu rolê bilîzin."

Sadûn her wiha got: "Ne dûr e ku lihevkirinek di navbera herêmê û Enqereyê de hebe da ku hêzên Tirkiyê derbasî kûrahiya xaka Iraqê bibin. Tirkiye serweriyê binpê dike, lê Hewlêr ji wê zêdetir serdestiya Iraqê binpê dike."

Parlamenterê Îtîlafa Dewleta Yasa Mihemed El-Sihyûd jî got: "Li hember binpêkirinên dewleta Tirk tu roleke hikumeta navendî tune ye. Ne dûr e ku di navbera Hewlêr û Enqereyê de lihevkirinek hebe ku hêzên Tirkiyê derbasî kûrahiya xaka Iraqê bibin û serweriya Iraqê binpê bikin."

Ji aliyê din ve endamê Hevbendiya Fetih Ebas El-Şebekî jî daxuyanad ku bêdengiya hikumetê û derdorên herêmî hişt ku Tirkiye êrişên xwe zêdetir bike û got: “Ji ber bombebarana dewleta Tirk herî zêde herêmên Dihok, Şengal, Amediyê û Pêşawer zirar dîtine. Her wiha hebûna hêzên wê li baregeha Zelîkan, ewlehiya Iraqê dixe metirsiyê ji ber ku ew baregeh nêzî bajaran e û metirsiyê li ser wan çêdike."

Endamê Çarçoveya Hemahengiyê Elî Hisên jî tekezî li ser wê yekê kir ku divê hikumet mekanîzmaya danûstandina li gel Tirkiyê biguherîne da ku binpêkirinên Enqereyê li dijî gelê Iraqê bi dawî bike.

Serfermandarê artêşa Iraqê Ebdulemîr Reşîd Yarallah jî destdirêjiya Tirkiyê ya li ser navçeyên bakurê Iraqê eşkere kir û tekezî bi girîngiya şandina hêzên federal ji bo wir kir.

Yarallah di rûniştina taybet a parlamentoyê de got: "Zêdebûna destdirêjiya hêzên Tirkiyê û dagirkirina gelek deveran heye, her wiha hejmara baregehan di nava axa Iraqê de gihîştiye 100'î. Bi mesafeyekî ne zêde dûrî deverên Zaxo û Amediyê yên Dihokê ne. 5 baregehên sereke yên Tirkiyê li bakurê Iraqê hene ku bêhtirî 4 hezar leşker tê de ne."