Rêxistinên jinan ên Tebqayê hedefgirtina fermandar Barîn, Jiyan û Roj şermezar kir

Rêxistinên Jinan ên Tebqayê hedefgirtina fermandarên YPJ`ê Barîn, Jiyan û Roj şermezar kir û bang li civata navneteweyî kir ku dewleta Tirk ji ber sûcên wê yên li dijî jinan bidarizîne.

Rêxistinên jinan ên Tebqayê hedefgirtina fermandar Barîn, Jiyan û Roj şermezar kir
25 tîrmeh, 2022   12:28
TEBQA

Kombûna Jinan a Zenûbiya ji bo şermezarkirina êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan, mîtîngek li dar xist. Di mîtîngê de Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Sivîl Demokratîk a Tebqayê û gundewarên daxuyaniyek da.

Koordînasyonê hedefgirtina têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got: “Êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên herêmê, hewldana têkbirina vîna pêkhateyan û tunekirina projeya neteweya demokratîk e, bi rêya hedefgirtina kesayetên pêşengên vê projeyê.”

Daxuyanî ji aliyê hevseroka Meclisa Rêveber Hind El-Elî ve li pêşiya avahiya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê hat xwendin û tê de hate diyarkirin ku divê têkoşînê xurt bikin da ku destkeftiyên şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriye biparêzin

Koordînasyonê têkildarî hedefgirtina fermandarên YPJ`ê di 22`yê Tîrmehê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve wiha got: “Dewleta Tirk bi vê hedefgirtinên tirsonek hewl dide têkoşîna jinan bisekinîne, çirûska wê vemirîne û rêxistina jinan tune bike û hêviyên wê ku pêşerojeke layiqî tevahî jinên sûrî pêk bînin, ji holê rake. Divê dijmin baş bizane ku her hewldaneke ji bo tunekirina projeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, vîna jinan zêde dike da ku projeya xwe biparêzin û têkoşîna xwe xurt bikin.”

Koordînasyona Jinan hedefgirtina her sê şehîdan (Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan) ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve, şermezar kir.

Koordînasyonê her wiha civata navneteweyî ku li hember sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bê deng e, şermezar kir û piştrast kir ku ew hevkariya xwe îsbat dike.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî jinên cîhanê hat kirin ku li hember qirkirina komî ya li dijî jinan û gelan li seranserî cîhanê û herêmên Rêveberiya Xweser bisekinin. Her wiha banga xurtkirina têkoşînê û yekitiyê li jinan hate kirin.

Her wiha bi sedan jinên bajarê Tebqayê tev li xwepêşandanê bûn ku Kombûna Jinan a Zenûbiya li Goristana Şehîdan a Tebqayê organîze kiribû û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye şermezar kirin.

Di xwepêşandanê de, Kombûna Jinan a Zenûbiya daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir. Daxuyanî ji aliyê endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Nisrîn El-Mihemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker, têkoşîna jinan li ser planên xwe gef dît, ji lew re bi hemû rêbazan jin kirin hedef, bêyî ku tu qanûnên navneteweyî û mirovî rê li ber wê bigirin.

Kombûna Jinan a Zenûbiya da zanîn ku ji dema têkçûna dewleta Tirk de, dest bi operasyona leşkerî di axa herêmê de kiriye û wiha dewam kir: “Rêbazên tirsonek bi kar tîne û têkoşerên jin bi balafirên bêmirov ên biçek dike hedef. Herî dawî jî fermandara Yekîneyên Antî-Terorê Jiyan Tolhildan û fermandar Roj Xabûr û Barîn Botan kirin armanc.”

Her wiha bang li civata navneteweyî hat kirin ku li hember gelê herêmê bi erka xwe ya mirovî rabe, êrişên dagirkeriya Tirk rawestînin û qada hewayî li ber balafirên dagirkeriya Tirk bigirin.

Di dawiya daxuyaniyê de, ji bo parastina destkeftiyên bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin, banga bilindkirina têkoşînê hat kirin.

(dm)

ANHA