Çeteyan welatiyekî navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî revand

Çeteyên Polîsên Sivîl yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker welatiyekî ji navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî revand û aqûbeta wî nayê zanîn.

Çeteyan welatiyekî navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî revand
25 tîrmeh, 2022   12:00
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî ragihand ku çeteyên Polîsên Sivîl yên girêdayî dagirkeriya Tirk, Elî Ebdo Hesen (27) ê ji şêniyên gundê Kefer Sefrê yê navçeyê revandiye.

Çavkanî destnîşan kir ku ELî Ebdo Hesen ber bi cihekî ne diyar ve hatî birin û aqûbeta wî nayê zanîn.

(cx)

ANHA