QSD`ê banga vekirina lêpirsînê têkildarî êrişa li dijî mêtingeha ‘Kiwêt Rehmê’ kir

Hêzên Sûriya Demokratîk îdiayên medyaya dewleta Tirk a dagirker ên li ser hedefgirtina mêtingeha ‘Kiwêt Rehme’ ya li Efrîna dagirkirî derewandin û bang kir ku têkildarî bûyerê lêpirsîn bê kirin.

QSD`ê banga vekirina lêpirsînê têkildarî êrişa li dijî mêtingeha ‘Kiwêt Rehmê’ kir
25 tîrmeh, 2022   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro daxuyaniyek da, tê de îdiayên hin dezgehên çapemeniyê yên ser bi dewleta Tirk a dagirker ve yên têkildarî êrişa li dijî mêtingeha “Kiwêt Rehme” ya li Efrîna dagirkirî, derewandin û wiha got:

“Em li ser agahiyên ku behsa kuştina sivîlekî di êrişa li dijî mêtingeha Kiwêt Rehmê ya ku dewleta Tirk a dagirker li ser kavilên gundê Xalidiyê yê Efrînê lê kiriye, piştî ku hat rûxandin û şêniyên wê hatin koçberkirin, matmayî man. Hin dezgehên çapemeniyê yên alîgirên dagirkeriya Tirk bêyî delîlên berbiçav an lêpirsîneke serbixwe, hêzên me bi topbaranê tawanbar kirin. Li vir em tekeziyê bi hin rastiyan dikin:

*Hêzên me karên bi vî rengî yên li dijî herêmên sivîlan ji aliyê kê ve dibe bila bibe, şermezar dike.

*Tawanbariyên nehatine belgekirin û bêyî lêpirsîn hatine kirin, ji kêliya destpêkê ve li herêmeke ku bi rêxistinên leşkerî û rêxistinên sûcdar ên girêdayî Tirkiyê dagirtî ye, niyeta nixumandina sûcdarên rastîn piştrast dikin û ew jî wek topbaranê sûc e.

*Topbaran hemwextî topbarana Tirkiyê ji baregehên xwe yên li Meryemîn û Ezazê yên dagirkirî pêk hat. Êdî her kes bi siyasetên qirêjî yên MÎT`ê di derxistina sûcan û derewan û tawanbarkirina dijminên xwe, dizane. Beriya demekê jî dezgehên çapemeniyê dengên qeydkirî yên serokê îstixbarata Tirkiyê yên di vê derbarê de, belav kirin.

*Di heman rojê de dewleta Tirk li dijî malbateke li gundê Micêbira yê bakurê rojhilatê navçeya Til Temirê komkujî kir. Di tobparana dewleta Tirk de sivîlek şehîd bû û 4 kes birîndar bûn. Xwîna wan hîna sar nebûye û hovîtiya Tirkiyê piştrast dikin.

*Dewleta Tirk xwedî dîrokeke bi komkujiyên li dijî sivîlên li Sûriyê û Iraqê dagirtî ye. Ruxmî delîlên berbiçav ên ku sûcdariya wê bi awayekî yekser radixin pêş çavan jî, lê gelek caran ew bi wan sûcan îtiraf nake. Herî dawî jî komkujiya sîstematîk a dewleta Tirk li Zaxoyê ya Herêma Kurdistanê bû ku 9 sivîl tê de hatin qetilkirin

*Di nîvê yekê yê Tîrmehê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zêdetirî 950 êrişên bi moşekan û bi balafirên bêmirov li dijî herêmên sivîlan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîn, di encamê de gelek sivîlan şehîd û birîndar bûn û zirarên mezin bi milkên wan bûn. Herî zêde êriş li dijî herêmên Şehba û kampên koçberan ku bi sed hezaran koçberên Efrînê lê ne, pêk hatin.

*Yekane aliyê ku ji kuştina sûriyan û şerê navxweyî sûd digire, dewleta Tirk e. Nexasim ku bi hezaran çeteyên ku baregehên Tirkiyê diparêzin û leşkerên wê li ser erdê Sûriyê hene û planên wê yên qirêjî li xaka Sûriyê pêk tînin û berjewendiyên sûriyan ên yekitî, hevgirtin û qewitandina dagirkeran paşguh dikin.

*Hemû çalakiyên ku hêzên me li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî yên Sûriyê pêk tîne di çarçoveya mafê parastina rewa û bersivdayîna sûcên dagirkeran ên li dijî sivîlan de û bi rêbazên rewa yên li gorî qanûnên navneteweyî, tên kirin.

*Hêzên me tekeziyê bi girîngiya vekirina lêpirsîneke serbixwe der barê tobparana dawîn û hemû sûcên li herêmên dagirkirî tên kirin dike, di nav de sûcên koçberiya bi darê zorê, guhertina demografiyê, kuştin û revandinê ku hîna jî hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk tînin.”

(cx)