​​​​​​​Rêveberiya Xweser: Divê Koalîsyona Navneteweyî berpirsyariyên xwe bi cih bîne

Rêveberiya Xweser êrişa dewleta Tirk a li dijî 3 fermandarên jin ên QSD’ê û YPJ’ê şermezar kir û diyar kir ku "Her sê şehîdan bi Koalîsyona Navneteweyî re şerê DAIŞ'ê û 'xwişkên wê yên ji rêxistinên terorîst' kir. Ji ber vê yekê ji koalîsyonê tê xwestin ku bi erkên xwe yên di şerê li dijî DAIŞ'ê û terorê de rabe."

​​​​​​​Rêveberiya Xweser: Divê Koalîsyona Navneteweyî berpirsyariyên xwe bi cih bîne
25 tîrmeh, 2022   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî da û tê de bang li civaka navneteweyî kir ku bêdengiyê bişikîne, helwestên xwe yên şermok derbas bike û li hember hovîtiya dewleta Tirk raweste.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

"Di demekê de ku civaka navneteweyî pesnê têkoşîna Hêzên Sûriya Demokratîk bi hemahengiya Koalîsyona Navneteweyî ya li Sûriyê, di têkbirina terorîzma cîhanî ya ku DAIŞ û xwişkên wê nûnertiya wê dike, dide. Em dibînin ku dewleta Tirk a dagirker şerê xwe li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêkhateyên wê û hêzên wê yên leşkerî yên ku di bin sîwana QSD’ê de ava kirine û li gelek erdnîgarî ji bêdengiya navneteweyî sûd werdigirin û hin helwestên şermok ên ku ne li gorî asta têkoşîn û qurbaniyên ku hatine dan û ne li gorî armancên civaka navneteweyî di jinavbirina terorê de ne, zêde dike. Bi taybetî piştî ku hemû armancên dewleta Tirk bi ser neketin, mîna ku bi eşkere dibêje yan ez ê piştgiriya terorê bikim an jî ez ê şerê hêzên ku şerê terorê dikin, bikim. Bi taybetî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku çareseriyên berfireh û yekgirtî ji bo qeyrana ku em tê de ne, ava kirine.

Di asteke berçav de, bi taybetî piştî civîna Tehranê; roja înê 22’yê Tîrmehê amûrên şer ên artêşa Tirk a dagirker êrişeke xayîn bi rêya dronê li dijî fermandara Yekîneyên Antî-Terorê Jiyan Tolhildan û hevalên wê pêk anîbû. Piştî vê êrişa xayîn, gihîştin asta şehadetê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şehîd Jiyan û hevrêyên wê Roj û Barîn li gel Koalîsyona Navneteweyî şerê DAIŞ'ê û rêxistinên terorîst kirine. Ji bo wê jî em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku beriya her kesî di şerê li dijî DAIŞ'ê û hemû kesên ku di têkoşîna li dijî terora cîhanî rê li ber wan digirin, bi berpirsyariya xwe rabe. Her wiha em bang li civaka navneteweyî, yên fermî û sivîl dikin ku bêdengiya xwe bişkînin û helwestên xwe yên şermok derbas bikin, li hember hovîtiyên dewleta Tirk bisekinin û wê li ser sînorên wê yên erdnîgarî û siyasî rawestînin."