Ruxmî topbaranê jî tîma sererastkirinê xetên kehrebeyê yên Til Temirê çêdike

Tîma sererastkirinê ya Navenda Kehrebeyê ya Til Temirê ya kantona Hesekê, xetên kehrebeyê yên di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de xira bûne, sererast dike.

Ruxmî topbaranê jî tîma sererastkirinê xetên kehrebeyê yên Til Temirê çêdike
25 tîrmeh, 2022   10:48
HESEKÊ

Ruxmî topbaranê tîma sererastkirinê ya Navenda Kehrebeyê ya Til Temirê berê xwe da gundê Um El-Kêf ku kablên di encama topbaranê de ziyan gihaştiye wan, çêkin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê 23`yê Tîrmehê xetên kehrebeyê yên gundê Um El-Kêf ê rojavayê Til Temirê kir armanc, di encamê de kehrebe li ser navçeyê qut bû û stasyona wê jî xira bû.

Nûçegihanê me diyar kir ku 2 rojên derbasbûyî ji ber êrişên artêşa Tirk tîma sererastkirinê nekarî xwe bigihîne deverên zirar lê çêbûne, lê ruxmî ku îro jî topbaran dewam dike, tîmê berê xwe da gundê Um El-Kêf da ku xetan çêke.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ev cara 27`an e ku xet û stasyona kehrebeyê yên navçeyê dikin armanc.

Nûçegihanê me da zanîn ku heta çend saetan dê kehrebe bê dayîn.

(eh)

ANHA