Komkujiya Zaxoyê: Planeke sîstamtîk ji bo pêkanîna armancên siyasî û aborî

Dagirkeriya Tirk aloziyên li cîhanê fersend dît û êrişên xwe li dijî gelên herêmê zêde kirin. Lêkolîner û dîroknasê siyasî yê ji Iraqê Dr. Cewad El-Beydanî diyar kir ku Komkujiya Zaxoyê, planeke sîstematîk bû û armancên wê aborî û siyasî ne.

Komkujiya Zaxoyê: Planeke sîstamtîk ji bo pêkanîna armancên siyasî û aborî
25 tîrmeh, 2022   08:15
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞEYMA ELÎ

Dewleta Tirk bi awayekî domdar, sûc û komkujiyan li dijî gelên herêmê pêk tîne, bi hicetên bêbingeh sivîlan dike hedef. Komkujiya li dijî tûrîzmên li qezaya Zaxo ya Başûrê Kurdistanê pêk aniye delîla vê yekê ye.

Dewleta Tirk a dagirker çarşema borî, seyrangehek li gundê Perex ê Zaxoyê bombe kir. Di encamê de ê 9 kes hatin hatin qetilkirin û 23 birîndar bûn.

GUHERTINA DEMOGRAFIYÊ

Gelek aliyên siyasî yên iraqî diyar kirin ku gelek armanc ji pêkanîna vê komkujiyê hene, ji wan dewleta Tirk hebûna xwe di xaka Iraqê de berfireh bike, bi rêya têkbirina ewlehiyê şêniyên wê neçarî koçberiyê bike, demografiya herêmê biguhere û rewşeke nû li ser erdê mîna projeya avakirina "herêma ewle" ya li Sûriyê ferz bike.

Dewleta Tirk bi îdiaya parastina ewlehiya xwe ya neteweyî êrişî Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Lê komkujiya ku li Zaxoyê pêk aniye, îdiayên wê derewand. Dewleta Tirk sivîlên ji ber germa havînê çûne bêhna xwe vedin, topbaran kirin. Çavdêrên rewşa herêmê diyar kirin ku sedema bingehîn a êrişan, ne mîna ku Tirkiyê îdia dike, lê belê ew dixwaze parêzgehên Mûsil û Kerkûkê kontrol bike ku wek axa xwe dîrokî dibîne.

SEDEMÊN SIYASÎ Û ABORÎ

Lêkolîner û dîroknasê siyasî yê ji Iraqê Dr.Cewad El-Beydanî destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji komkujiyê, ew e ku herêmê derbe bike ku di encamê de kesadeke aborî çê bibe û bandorê li tûrîzma li vê herêmê bike û wiha domand: “Yanî dê welatiyê iraqî neçar bibe ku ji bo geştiyariyê biçe derveyî welêt. Ev yek dê zirarê bide sektora tûrîzmê. Ji ber ku armanc aborî ye. Her wiha armanceke wê ya din a siyasî heye ku îsbat bike hikumetên Bexda û Herêmê nikarin welatiyan biparêzin. Bi vê yekê hikumeta Tirkiyê xwest vê bûyerê rewa nîşan bide. Lê bi awayekî ne metiqî rewa kir. Ne maqûl e ku PKK`ê welatiyên xwe bikuje.”

El-Beydanî îşaret pê kir ku ev êriş, plankirî ye û got, Tirkiyê plan dike êrişî herêmên din bike ji bo hiceta xwe isbat bike, nemaze piştî ku nekarî ji ber fişarên Rûsya û Amerîkayê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. 

El-Beydanî diyar kir ku Erdogan piştî asta alîgiriya wî daket, hewl dide xwe wekî ku kesekî bi ewlehiya nîştimanî yan jî neteweyî ji siyasetmedarên din bêtir eleqedar e, nîşan bide da ku rê li pêşiya tirkên ku dixwazin wî ji desthilatê dûr bixin bigire.

El-Beydanî ev li gotinên xwe zêde kir: “Ev faktor bi hev ve girêdayî ne. Faktora aborî ye ku geştiyariyê li herêmê lawaz bike. Faktora siyasî jî ew  ku hicetê îsbat bike, sûdwergirtina ji rewşa navneteweyî aloz e. Di heman demê de tevlihevkirina ewlehiyê li herêmê ye. Tirkiyê faktora bêîstîqrariya herêmê ye mîna ku tê zanîn.”

TIRKIYE SÛDÊ JI ALOZIYÊN CÎHANÎ DIGIRE

Lêkolîner û dîroknasê iraqî diyar kir ku Tirkiye sûdê ji rewşa heyî li cîhanê mîna pirsgirêka Ukrayna, aloziya Sûriyê, aloziya Rûsya û Amerîkayê digire da ku armancên xwe pêk bîne.

Dr. Cewad El-Beydanî wiha berdewam kir: “Em dikarin bêjin ku Tirkiye li ser du werîsan dilîze. Li aliyekê navbeynkariyê dike ji bo keştiyên genim yên Ukraynayê bigihêjin cîhanê, yanî pêwîstiya Rûsya pê heye. Li aliyekî din pêwîstiya DYA'yê pê heye da ku rewşê aram bike û korîdorên peywendiyê bi Rûsyayê re veke piştî ku Rûsya di demekê de hemû girtin. Ji ber wê Tirkiye vê rewşê bi kar tîne û bi hovîtiya xwe tev digere.”

El-Beydanî daxuyand ku herêma hatî hedefgirtin, sivîl e û meqseda geştiyaran e ji hemû aliyên Iraq û cîhanê, tê zanîn ku di vê demê de geştiyar serdana herêmê dikin.

HELWEST NE LI GORÎ ASTA ÊRIŞÊ BÛN

Li ser asta Iraq, Ereb û rojavayî, komkujiya ku dewleta Tirk li Zaxoyê pêk aniye, hat şermezarkirin û bang hatin kirin ku mudaxeleya dewletên cîran bi tu hicetan neke. Tenê PDK sûca dagirkeriya Tirk rewa nîşan da.

Di vî warî de Nêçîrvan Barzanî got, divê hikumeta federal, rê nede ku axa Iraq bibe gefek li ser ewlehiya dewletên cîran.

Der barê helwesta siyasetmedarên Iraqê de El-Beydanî got: “Helwest ne li gorî asta dijminahiya li dijî herêmê pêk hatiye bûn. Hin ji wan kiryarên Tirkiyê yên hovane yên li dijî zarok û jinên bêguneh rewa nîşan dan û bi rengekî cuda ji ya ku li ser hatibû kirin, ku Tirkiye sedema rasterast û sereke ya pêkanîna vê qetlîamê ye. Ji ber vê yekê min hêvî dikir ku bersiv dê li gorî bûyerê be.”

Lêkoler û dîroknasê siyasî yê Iraqî Dr.Cewad El-Beydanî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Helwesta birêz Muqteda Sedr bi dayîna daxuyaniyan erênî bû û di heman demê de bang li xwepêşanderan kir ku xwepêşandanê li ber balyozxaneyêk Tirk li dar bixin."

Serok Tevgera Sedr, Muqteda Sedr, 4 pêşniyar kiribûn jê, kêmkirina nûnertiya dîplomatîk bi Tirkiyê re, girtina balafirgehan û deriyên bejahî bi Tirkiyê re, di zûtirîn dem de rêbazên fermî giliya Tirkiyê li cem NY`yê bi bê kirin û lihevkirina ewlehiya ya pê re bê betalkirin.

(şx)

 

ANHA