Xiyas Neyîse: Rêveberiya Xweser dê Sûriyeya parçebûyî, bike yek

Şepêla Çep a Şoreşger a Sûriyê amadekariyan dike ku nivîsgeheke xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê veke. Koordînatorê Giştî yê şepêlê Xiyas Neyîse diyar kir ku ew ji vê yekê arman dikin, piştgiriya partiyê bi gelê herêmê re nîşan bidin.

Xiyas Neyîse: Rêveberiya Xweser dê Sûriyeya parçebûyî, bike yek
25 tîrmeh, 2022   06:21
NAVENDA NÛÇEYAN-MEDYA HENAN

Koordînatorê Giştî yê Şepêla Çep a Şoreşger a Sûriyê Xiyas Neyîse serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û bi nûnerên gelek partiyên li herêmê re civiya.

Têkildarî vê serdanê Xiyas Neyîse ji ANHA'yê re axivî.

Neyîse di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku armanca serdana wî ya ji bo herêmê ew e ku hevgirtina bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re diyar bike bi taybet di vê dema krîtîk de ku dewleta Tirk a dagirker gefan li herêmê dixwe ku hewl dide êrişeke leşkerî li dijî gelê herêmê pêk bîne, ji ber wê pêwîst dîtin ku hevgirtina xwe ya bi gelê herêmê re nîşan bidin.

Neyîse wiha domand: “Sedema din jî ew e ku min xwest ez dostên xwe bibînim, rewşa li herêmê di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bişopînim. Ev rêveberiya ku derfet da sûriyan tevî cudabûna wan a siyasî û neteweyî, nasnameya xwe bi awayekî azad û wekhev rave bikin. Em amadekariyan dikin ku nivîsgeheke xwe li vir vekin. Ji bo me ev mijar di dîroka tevgera siyasî ya Sûriyê de gelek girîng e.”

Neyîse ev li gotinên xwe zêde kir: “Di dîrokê de, partiyên çep nedikarîn bi awayekî azad an jî eşkere kar bikin. Rejîma Sûriyê jî, eniya nîştimanî ya pêşverû ava kir ku hemû partî bi xwe ve girêda. Ji bilî wê, partiyên muxalif jî hatin çewisandin. Lê Rêveberiya Xweser di rewşên herî dijwar û li gel gefên dewleta Tirk de, destûrê dide ku partiyên çep û yên ne çep û yên muxalif jî bi awayekî azad û eşkere kar bikin. Ev bûyereke dîrokî ye û qonaxeke girîng di dîroka Sûriyê û xebatên siyasî yên li Sûriyê de ye.”

SEDEMA VEKIRINA NIVÎSGEHÊ

Têkildarî armanca vekirina nivîsgeha Şepêla Çep a Sûriya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Neyîse wiha got: “Destpêkê, mijareke sembolîk e ku em bi rêya wê piştgiriya xwe bi gelên herêmê û Sûriyê re nîşan didin. Ya din peyamek e ku em dixwazin bi hemû derfetên di destê me de bi awayekî eşkere xebata siyasî bikin. Em ne hezkiriyê karê siyasî yê veşartî ne. Lê şert û mercên desthilata li Sûriyê li ser muxalifan ferz kir ku xwe biparêzin, ji ber ku girtîgeh tije muxalifet e.”

Neyîse diyar ku amadekariyên vekirina nivîsgehê hema temam bûne û dê di demeke nêz de nivîsgeh were vekirin û dê xurtkirina hebûna partiyê li herêmên Sûriyê û Rêveberiya Xweser armanca kar û xebatên wan be.

Girêdayî hevdîtina wî bi kesayetên siyasî yên herêmê re Nasîa got: “Em bi kesayetên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), partiyên din re rûniştin. Dê gelek civîn li dar kevin. Dê bi hêzên siyasî yên li herêmê re dest pê bikin ne tenê yên di bin sîwana MSD`ê de. Li vir pirrengiya siyasî heye.”

Der barê nêrîna wî li hember Şoreşa 19`ê Tîrmehê de Neyîse got: “Divê ev şoreş bikeve çarçoveya dîrokî ya bûyerên li Sûriyê rû dane. Ji ber ku gel sala 2011`an serî hilda, da ku daxwaz û hêviyên xwe yên azadiyê rave bike. Lê hêdî hêdî ji ber gelek sedeman ku naxwazim niha bînim ziman hate tunekirin. Li aliyekî rejîmê heta radeyekê, rolek di kuştin, girtin û topbarankirina bajaran de lîst. Li aliyekî din mudaxeleya hêzên herêmî (Qeter û Tirkiye) ku piştgiriya hêzên paşverû kir û hîna dikin, rolek di tunekirina rûyê demokratîk û şoreşgerî yê şoreşa Sûriyê de lîst. Di mehên destpêkê yên 2012`an, şoreş kete rêyeke din. Tevgera resen û demokratîk paşde çû. Li şûna wê, hêzên paşverû yên li dijî şoreşa 2011`an derketin pêş.”

Neyîse wiha pê de çû: “Ji malzaroka şoreşeke ku ji rê derket, şoreşek din çêbû. Ew jî Şoreşa Rojava ye. Rast e serhildanên 2011`an li dijî zordestî û zulmê dest pê kirin, lê armanca xwe pêk neanîn ji ber gelek sedema ku şîrovekirina wê dirêj e. Lê tişta li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatiye, berdêla bûyerên li herêmên din ên Sûriyê qewimîne bû. Şoreşa 19`ê Tîrmehê destkeftiyên girîng li ser hemû astan pêk anîn, hişt ku hemû kêmnetew, ol, mezheb mafê xwe di jiyanê de bi awayekî azad pêk bînin. Ev destkeftiyeke nîştimanî ya bêhempa ye. Di heman demê de, pêwîstî bi destekdayîna hemû hêzên demokratîk û çep ên sûrî li hemû herêman heye û alîgirên wê li herêmên din jî hebin.”

Neyîse wiha domand: “Bi rastî, heke ev tecrube û projeya li vir têk biçûba, ew tê wateya binkeftin û pelçiqandina gelê Sûriyê, demokratên sûrî û çepgirên sûrî. Yanî ne li gorî berjewendiya me ye wek sûrî ku ev proje têk biçe. Di heman demê de divê em pragmatîk bin. Em ne şerxwaz in lê belê li dijî şer in, lê hebûna xwe û mafê xwe ji her êrişekê diparêzin”.

PEŞEROJA SÛRIYÊ DI VE ŞOREŞÊ DE MISOGER E

Xiyas Neyîse behsa sedemên piştgiriya projeya Rêveberiya Xweser kir û got: “Ger me bigota ku çareseriyeke siyasî ya bê li Sûriyê heye wê demê dê 2 senaryoyên wê hebin, a yekê projeya Rêveberiya Xweser a xurt e, ya din projeya ku ji ber mudaxeleya Tirkiyê û hêzên komploger têk çûye.

Ji ber vê yekê projeya Rêvebeiya Xweser dê pêşeroja Sûriyê be. Ji ber ya herî baş e. Li ser asta demokratîk û rêveberiyê, dê guhertinên demokratîk yên pêwîst hebin. Pergala rêveberiyê, dê demokratîk be ne mîna berê be. Ev destkeftiyeke mezin a hemû sûriyan e. Ya din li ser asta civakî, mijara edaleta civakî heye ku navenda vê projeyê ye. Yanî ev proje ji bo berjewendiya sûriyan e ku di bin xeta xizaniyê de ne. Herî dawî, hebûna Rêveberiya Xweser dê Sûriyeya parçebûyî bike yek. Lê heke ev proje bi bin keve, dewletên herêmî û navneteweyî yên mudaxeleya Sûriyê kirine, dê di nav hev de danûstandinan bikin û welêt parçe bikin. Her wiha dê destkeftiyên din ên gelê Sûriyê tune bibin. Yanî pêşeroja Sûriyê li vir e. Xala bingehîn li vir e, ev proje ye. Divê bi hemû derfetan em piştgiriya wê bikin.”

Tê destnîşankirin ku Şepêla Çep a Şoreşger a Sûriyê, rêxistineke siyasî ya çepgir e, li dijî hikumeta Şamê ye. Di Cotmeha 2011`an de ava bûye. Navenda wê li Şamê ye. Tevger xwe wek rêxistineke sosyalîzm a şoreşger binav dike ku avakirina Sûriyeyeke hevgirtî ya demokratîk û nenavendî û dûrî hemû cureyên zordestî û dagirkirinê armanc dike.

(şx)

ANHA