Bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo li dijî êrişên dagirkeriyê daketin qadan

Bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo bi xwepêşandanekê êrişên hovane ya artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo li dijî êrişên dagirkeriyê daketin qadan
Bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo li dijî êrişên dagirkeriyê daketin qadan
Bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo li dijî êrişên dagirkeriyê daketin qadan
Bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo li dijî êrişên dagirkeriyê daketin qadan
Bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo li dijî êrişên dagirkeriyê daketin qadan
Bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo li dijî êrişên dagirkeriyê daketin qadan
Bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo li dijî êrişên dagirkeriyê daketin qadan
Bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo li dijî êrişên dagirkeriyê daketin qadan
Bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo li dijî êrişên dagirkeriyê daketin qadan
24 tîrmeh, 2022   19:07
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên bajar, navçe û bajarokên Kantona Qamişlo li navçeya Dêrikê kom bûn û li dijî êrişên domdar a dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya civata navneteweyî û hêzên garantor, xwepêşandanekê li dar xist.

Destpêkê şênî li ketina bajêr kom bûn, piştre heta Navenda Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger meşiyan.

Li qada navendê, hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Talet Yunis axivî û got: “Em têkoşîn û hevgirtina we bi hêz û şoreşê re li dijî dewleta Tirk a faşîst û siyasetên wê yên hovane, silav dikin.”

Yunis diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hemû rêbazan bi kar tîne da ku vîna gelê Kurd û gelên herêmê bişikîne û ji bo wê aloziyên li cîhanê bi kar tîne da ku qada dagirkirina xwe li ser hesabê gelên herêmê firehtir bike.

Her wiha Yunis destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya van êrişan hewl dide aloziya xwe ya hundirîn derxe derve û bi sûcên xwe tevahî qanûnên navneteweyî bin pê dike.

Yunis beha bêdengiya navneteweyî li hember komkujiyên dagirkeriya Tirk ên li dijî gelê Kurd û gelên herêmê kir û hedefgirtina her sê fermandarên jin, ên şerê DAIŞ`ê kirine, her wiha bêdengiya dewletên koalîsyonê li hember van hedefgirtinên rojane şermezar kir.

Yunis di dawiyê de anî ziman ku tevî komkujiyên dewleta Tirk ên li herêmê, wê nikaribe vîna gelê Kurd têk bibe, dê gelê Kurd li ser axa xwe ya dîrokî be û dê xwedî li hêzên xwe derkeve.

Her wiha di çalakiyê de bi navê Kantona Qamişlo, endama rêveber a Meclisa Tenduristiyê ya Girkê Legê Muna El-Nasir axivî û got: “Dagirkeriya Tirk bi rêya êrişên xwe yên rojane, hewl dide vîna gelan têk bibe û demografiya herêmê biguhere.”

Muna El-Nasir jî bêdengiya civata navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî li hember komkujiyan ku li ber çavên cîhanê rû didin, şermezar kir û teqez kir ku gelên herêmê wê li hember komkujiyan bêdeng nemînin û dê tola şehîdên xwe hilînin.

Di dawiya xwepêşandanê de berxwedana QSD`ê hat silavkirin.

(şx)

ANHA