Însiyatîfa Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê: Xwîna hersê fermandarên şehîd wê li erdê nemîne

Îsniyatîfa Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur ûRojhilatê Sûriyê û hedefgirtina her sê fermandarên YPJ`ê şermezar kir û got: “Em di wê baweriyê de ne ku hevalên şehîdan dê tola wan hilînin û dê dagirkeriya Tirk berdêla kiryarên xwe yên hovane, biha bide.”

Însiyatîfa Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê: Xwîna hersê fermandarên şehîd wê li erdê nemîne
24 tîrmeh, 2022   18:29
 NAVENDA NÛÇEYAN

Di 22`yê Tîrmehê de, balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker erebeyek li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê ya herêma Cizîrê kir hedef.

Di encamê de 3 fermandarên YPJ û QSD`ê Jiyan Tolhildan ku fermandara giştî ya YAT`ê bû, fermandar Roj Xabûr û endama YAT`ê Barîn Botan şehîd bûn.

Însiyatîfa Nîştimanî ya  Kurd Sûriyê têkildarî bûyerê daxuyaniyek da.

Însiyatîfê hedefgirtina her sê fermandarên jin, terora dewleta Tirk a li dijî bakurê Sûriyê û rojhilatê Firatê, hedefgirtina jîngehên ewle şermezar kirin û bang li hêzên garantor, Koalîsyona Navneteweyî û civata navneteweyî kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û binpêkirina serdestiya Sûriyê rawestînin.

Însiyatîfê di dawiyê de got: “Em di wê baweriyê de ne ku hevalên şehîdan dê tola wan hilînin û dê dagirkeriya Tirk berdêleke biha bide ji ber sûcên ku pêk tîne. Em sersaxî ji gelê Sûriyê û Kurd re dixwazin.”

(şx)

ANHA