Îranê têkildarî koma sîxûrên MOSAD’ê daxuyaniyek da

Duh Wezareta Îtlaat a Îranê ragihand ku wan grupeke sîxûrên îsraîlî ku ji nav sinorên Herêma Kurdistanê derbasî Îranê bibûn girtiye. Îro jî hat ragihandin wan sîxûran li saziyek hestiyar ya Îranê gelek madeyên teqemeniyê bi cih kiribû, lê beriya bi teqînin ew sîxûr hatin girtin.

Îranê têkildarî koma sîxûrên MOSAD’ê daxuyaniyek da
24 tîrmeh, 2022   19:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh Wezareta Îtlaat a Îranê ragihand wan grupeke sîxûrên îsraîlî ku ji nav sinorên Herêma Kurdistanê derbasî Îranê bibûn girtiye.

Ajansa Nurnews ku ser bi Konseya Ewlekariyê ya Îranê ye der barê mijarê de ragihand ku grupa sîxûrên Îsraîlê di demek wisan de hatin girtin ku çend saetek mabû wê êrişek pêkanîbana.

Her wiha îşaret bi wê yekê jî kiriye ku wê grupê miqdareke berçav a madeyên teqemeniyê li saziyeke hestiyar a Îranê ya ku li parêzgeha Esfehanê ye danibûn. Lê çend saetek ji beriya ew teqemenî werin teqandin ew grupa sîxûran hatine girtin.