ANHA'yê li gundê Mecbîra yê Til Temirê wêraniya ji ber topbaranê belge kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Mecbîra yê Til Temirê bi dijwarî topbaran kir. Di encamê de ciwanek şehîd bû û ziyanên mezin ên madî çêbûn. ANHA'yê xwe gihand gund û ziyanên topbaranê şopand.

ANHA'yê li gundê Mecbîra yê Til Temirê wêraniya ji ber topbaranê belge kir
ANHA'yê li gundê Mecbîra yê Til Temirê wêraniya ji ber topbaranê belge kir
ANHA'yê li gundê Mecbîra yê Til Temirê wêraniya ji ber topbaranê belge kir
ANHA'yê li gundê Mecbîra yê Til Temirê wêraniya ji ber topbaranê belge kir
ANHA'yê li gundê Mecbîra yê Til Temirê wêraniya ji ber topbaranê belge kir
24 tîrmeh, 2022   16:03
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê sibehê gundê Mecbîra yê dikeve bakurê rojhilatê navenda navçeya Til Temirê û li ser rêya M4 a di navbera Til Temir û Qamişlo de ye,  bi dijwarî topbaran kir. Nûçegihanê me xwe gihand gund û ziyanên ji ber topbaranê çêbûne, belge kir.

Li gorî nûçegihanê me, zêdetirî 30 moşek li gund ketine, di encamê de ciwanê bi navê Hisên Îbrahîm Hebûş şehîd bûye û du kesên din birîndar bûne. Her wiha gelek mal wêran bûn

Îro dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên li ser eniyên şer ên navçeya Til Temirê bi dijîwarî topbaran kirin.

 

(şx)

 

 

ANHA