Cenazeyê şehîd Qasim Kinêş li Şedadê hat veşartin

Cenazeyê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Qasim Mihemed Kinêş bi merasîmeke girseyê li goristana Şehîdan a navçeya Şedadê hat veşartin.

Cenazeyê şehîd Qasim Kinêş li Şedadê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Qasim Kinêş li Şedadê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Qasim Kinêş li Şedadê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Qasim Kinêş li Şedadê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Qasim Kinêş li Şedadê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Qasim Kinêş li Şedadê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Qasim Kinêş li Şedadê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Qasim Kinêş li Şedadê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Qasim Kinêş li Şedadê hat veşartin
24 tîrmeh, 2022   14:21
HESEKÊ

Şêniyên kantona Hesekê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Qasim Mihemed Kinêş ji ber avahiya Meclisa Malatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîdan a navçeya Şedadê ve ketin rê. Şervanê Hêzên Erka Xweparstinê Qasim Mihemed Kinêş 21'ê Tîrmehê dema erka xwe bi cih dianî, gihişt asta şehadetê.

Merasîm bi torana leşkerî ya QSD'ê û deqeya rêzgirtin dest pê kir. Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Ewde El-Hisêên axivî, sersaxî ji malbata şehîda re xwest û got “Hêzên tarî bi hemû awayan hewl didin civakê ji hev bixin da ku îradeya me têk bibin, lê ji bo pêkanîna aşitiyê gel li ber xwe dide û bi saya hêzên xwe û têkoşîna wan em ê dijmin têk bibin.”

El-Hisên wiha domand: “Şehîd kefîl in ku me li dijî  dijminên mirovahiyê bikin yek, wan li ser rêya azadiyê têkoşîn da meşandin û bi fedakariya xwe destanên lehengiyê nivîsandin.”

Piştre, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Selam Nasir axivî û got: “Îro em bi rûmet li hember dijmin disekinin û bi rêzdarî bejna xwe li hember fedakariya şehîdan ditewînin.”

Selam Nasir wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em îro sersaxiyê ji xwe re berî malbata şehîd re dixwazin, ji ber ku her dilopeke xwîn li ser xaka me dirije ji bo me hemiyan jidestdayîn e. Em ji vir soz didin şehîdan ku heta pêkanîna azadiyê li ser şopa wan bin.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan, Deham El-Ferec ve hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan hat veşartin.

 (mh)

ANHA