PYD: Êrişên Tirkiyê û dijminahiya wê pratîka encamên civîna Tehranê ne

PYD’ê êrişên rojane yên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û da zanîn ku ew pratîka encamên civîna Tehranê ne. PYD`ê bang li cîhanê kir ku dewleta Tirk a dagirker şermezar û muhasebe bikin.

PYD: Êrişên Tirkiyê û dijminahiya wê pratîka encamên civîna Tehranê ne
24 tîrmeh, 2022   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Her roj û her saetê deweta Tirk kiryarên wêrankirin, reftara dijminane û siyaseta tolhildanê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne. Bi wê re mîsaq û pîvanên mirovahî li bêdengiya civata navneteweyî û rêxistinên mirovî, bin pê dike.

Duh komkujiyeke din li dijî welatiyên me pêk hat, di encamê de 3 hevrêyên me şehîd bûn, ew jî fermandarên YPJ’ê ne ku dj şerê li djiî DAIŞ’ê de roleke mezin lîstin.

Ev kiryarên dijminane yên rojane y;n dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pratîka encamên civîna dawî ya Tehranê ne. Armanc jê ew e ku rewşa tundî û aloziyê berdewam bike, zirar bi herêmê bibe, çareserî neyê peydakirin, belge li nava hev kevin, siyasetên mêtîngerî û dagirkeriyê berdewam bikin.

Em bi tundî van kiryarên derexlaqî yên rejîma Tirkiyê pêk tîne, şermeezar dikin. Em diyar dikin ku ev sûc ji rêzexeleka planên dijminane yên dewleta Tirk li dijî gel û pêkhateyên herêmê ye. Ew plan nasekinin. Rejîma Tirkiyê biryar daye ku êrişên xwe zêdetir bike xeleka xwînrijandina gelê me fireh bike. Tişta duh pêk hatiye, sûcekî nû li pêş çav û guhên cîhanê ye. Armanc jê astengkirina peydakirina çareseriyan e. Ev dijminahî destdirêjiya li ser tevahî mirovahiyê û binpêkirina eşkere ya rêgezên Danezana Mafên Mirovan a Cîhanê ye.”

Meclisa Giştî ya PYD’ê helwesta saziyên navneteweyî, di serî de ya NY’yê û bêdengiya wê li ser komkujiyên ku dagirkeriya Tirk li dijî gelê me pêk tîne şermezar kir û bang lê hat kir ku bi berpirsiyarên xwe rabe, yekser destwerdanê bike da ku dawiyê li van komkujiyên li dijî welatî û pêkhateyên Sûriyê bîne û parastina wan bike.

PYD`ê her wiha destnîşan kir ku hovîtiya rejîma Tirkiyê pêkhateyên herêmê natirsîne û nikare îsrara wan kêm bike û daxuyand ku êrişên domdar nîşan didin ku Tirkiye amadekariya operasyoneke leşkerî ya nû li dijî herêmê dike.

PYD’ê bang li gel û hemû pêkhateyên herêmê kir ku nakokiyên xwe deynin aliyekî û li hember dijmin bisekinin. Her wiha bang li dewletên Ereban, welatên herêmî û yên cîhanê kir ku bikevin tevgerê û dewleta Tirk şeremzar û muhasbe bikin.