‛Dema serhildana li dijî dagirkeran û rizgarkirinê herêmên dagirkirî hatiye’ ‎

Şêniyên Kobanê di bin konê sersaxiyê yê şehîd Amara Tolhildan, Kendal û Berxwedan de da zanîn ku dem hatiye ku li hember ‎dagirkeran serî hildin û herêmên dagirkirî rizgar bikin.‎

‛Dema serhildana li dijî dagirkeran û rizgarkirinê herêmên dagirkirî hatiye’ ‎
24 tîrmeh, 2022   12:26
KOBANÊ‏

Meclisa Malbatên Şehîdan merasîma sersaxiyê li Kobanê li pêşiya mala şehîd ‎Amara Tolhildan li dar xist. ‎

Ji seatên sibehê ve bi sedan şêniyên kantona Kobanê, endamên saziyên ‎sivîl û partiyên siyasî ya herêma Firatê kom bûn û berê xwe dan bin konê sersaxiyê.

‎

Di merasîmê de Hevserokê Meclisa Rêvber a Herêma Firatê ‎Mihemed Şahîn axivî û wiha got: "Şehîdan rêya azadiyê şopand û rêya ‎me ronî kirin. Ji me re rûmeteke ku li ser vê xaka xwe şehîdan rizgar kiriye, bijîn."

Mihemed Şahîn wiha domand: “Dem dema serhildana li dijî dagirkeriyê û rizgarkirina herêmên me yên dagirkirî ye.”

Hevseroka Meclisa Navçeya Şêranê Letîfe Silêman jî diyar kir ku wan ‎perçeyek ji kezebê xwe winda kir, lê belê ew hêviya wan mezin e ku şikandina qeydan nêz bûye.

Letîfe Silêman wiha got: "Zarokên me li çiyayên Kurdistanê şerê ‎dîrokî li dijî dewleta Tirk a ku wan bi çekên kîmawî bombebaran dike, dimeşînin. Ev Berxwedana zarokên me ne ji bo berjewndiyên wan ên şexsî ye, lê belê ji ‎bo azadiya me ye. Zarokên me hêvî û xewnên dewleta Tirk ku hewl dida planên xwe yên mêtîngerî li Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne, têk birin."

Merasîma sersaxiyê dê heta dawiya îroj bi beşdarbûna tevahî saziyên ‎sivîl, leşkerî, meclis û komînên kantona Kobanê dewam bike.‎

(dm)

ANHA