Şêniyên Reqayê êrişên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin

Bi sedan şêniyên bajarê Reqayê li dijî Komkujiya Zaxoyê daketin qadan û banga girtina esmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Iraqê kirin. Her wiha bêdengiya civata navneteweyî ya li hember sûcên dagirkeriya Tirk ên li her du welatan şermezar kirin.

Şêniyên Reqayê êrişên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin
24 tîrmeh, 2022   12:14
REQA

Bi sedan şêniyên Reqa, endamên saziyên sivîl, şêx û rûspiyên eşîran îro li pêşiya Baxçeyê Reşîd ê navnerasta Reqayê kom bûn. Beşdaran pankartên bi nivîsên cuda û wêneyên şehîdan û alên QSD`ê rakirin.

Xwepêşandan ber bi Çerxerêya Neîm ve çûn û beşdaran banga girtina qada hewayî ya herêmê kir da ku sûcên li Sûriyê û Iraqê dubare nebin.

Li Çerxerêyê jî cîgirê hevserokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê Ehmed Xelîl daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em kiryarên Tirkiyê li bakurê Iraqê yên bi hinceta şerê li dijî terorê, şermezar dikin û dibêjin li herêmên bi navê Mîsaqî Millî dîktatoriyeta Erdogan û xewna zindîkirina Osmaniyê hîn jî armanca dewleta Tirk a sereke ye. Lewma hemû destwerdanên Tirkiyê bandoreke neynî li rewşa hundirîn a Tirkiyê bi xwe jî dike."

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "Berdewamkirina êrişên li dijî gund û bajarên me yên li ser sînorên ewle ku di encamê de gelek niştecihên bêguneh bûn qurban ku êdî îro xeteriyeke mezin jî çêdike, ji ber balafirên bêmirov ên ku sivîlan dike armanc ku divê li hemberî vê dewletên mezin ên garantor bi erka xwe ya exlaqî rabin û dawî li rewşê bînin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Em bi hev re welatekî ewel ava bikin, ku tê de gel bi serbestî daxwazên xwe yên avakirina dewleteke demokratîk, pirrengî û nenavendî bîne ziman."

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan jî hevseroka meclisê Ibtîsam Ehmed wiha axivî: "Hîn jî dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Sûriyê sûcan pêk tîne û bi wê re hemû biryarên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan binpê dike. Kiryarên dewleta Tirk li vir sînordar neman û li herêma Zaxo ya herêma Kurdistana Iraqê jî komkujî pêk anî, ev jî tê wateya ku ferq û cudahiyê naxe navbera sivîlan û leşkeran û derdê wê ew e ku xaka dewletên derdora xwe dagir bike."

Ibtîsam diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide împaratoriya Osmanî zindî bike û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin û dibêjin ev xak bi saya şehîdîn me û berdêlên ewladên me hatine rizgarkirin."

Bi navê Kombûna Jinan a Zenûbiya şaxê Reqayê jî berdevka kombûnê Itîmad Ehmed axivî û komkujiya dewleta Tirk li dijî Zaxo pêk anî şermezar kir û got: "Piştî civîna Rûsya, Tirkiyê û Îranê li Tehranê ev komkujî pêk hatin, gelo ev komkujî bi erêkirina Rûsya û Îranê ye yan Tirkiyê dixwaze ji van her du welatan û cîhanê re bêje ez heme û kengî be ez karin êrişan pêk bînin?"

Di dawiyê de Itîmad bang li gelê Iraq û rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî êrişên Tirkiyê hevgirtina xwe xurttir bikin.

Xwepêşandan bi sloganên şermezarkirina êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê bi dawî bû.

(eh)

ANHA