Rêveberiya Xweser a Efrînê: Bila civaka navneteweyî erka xwe ya exlaqî pêk bîne

Rêveberiya Xweser ya herêma Efrînê bêdengiya civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, şermezar kirin û bang li wan kirin ku erkên xwe yên exlaqî bînin cih.

Rêveberiya Xweser a Efrînê: Bila civaka navneteweyî erka xwe ya exlaqî pêk bîne
24 tîrmeh, 2022   10:55
ŞEHBA

Êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê, berdewam dikin.

22`yê Tîrmehê jî balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker erebeya 3 fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bombebaran kir. Di êrişê de fermandara Yekîneyên Antî-Teror (YAT) Jiyan Tolhildan, feramndar Roj Xabûr û endama YAT`ê Barîn Botan şehîd bûn.

Têkildarî mijarê, îro Rêvberiya Xweser ya herêma Efrînê li Kampa Berxwedan daxuyanieyek da raya giştî.

 Daxuyanî, bi zimanê Erebî ji aliyê Cîgirê hevserokê Rêvebreiya Xweser a Herêma Efrînê Israfîl Mistefa, bi zimanê Kurdî jî ji aliyê endama meclîsê Zelûx Bekir ve, hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser welatparêz, sivîl û fermandar û şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk yên ku li dijî terorstên gerdûnî ku nûnertiya DAIŞ'ê dike şer kirin, didomîne.

Hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a ku parêzvan û hembêzvanê pêşengên DAIŞ’ê ye, bi van êrişên li dijî fermandar û şervanên QSD’ê hewl dide tola têkçûna DAIŞ’ê ya ku li ser destê wan bin ketine, hilîne û hate gotin: “Berdewamiya êrîşên dewleta Tirk ên li ser welatên cîran û hedefgirtina sivîlan û hêzên QSD’ê nîşaneya îflasa dewleta Tirk a siyasî, aborî û dîplomatîk e û hewldana vejandina rêxistina terorîst a DAIŞ’ê ye.”

Rêveberiya Xweser a herêma Efrîn bêdengiya civaka navneteweyî û rêxistinan a li hember van êrişan şermezar kir û bang li wan kir ku berpirsyariya xwe ya exlaqî bînin cih, destekê bidin xebatên QSD’ê yên li dijî terorê û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin.

Di dawiya daxuyaniyê de soz hat dayîn ku dê tola her sê şehîdên leheng Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan hilînin, rêya wan bişopînin û armancên ji bo wan şehîd bûne. pêk bînin.

(rs/cx)

ANHA