Aşê Feysel ê navçeya Şera jî bi dijwarî tê topbarankirin

Ji serê sibehê ve artêşa Tirk a dagirker herêmên cuda yên herêmên Bakur û Rojhilatê kiriye hedefa êrişên xwe. Di van kêliyan de Aşê Feysel ê li navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî rastî topbaranê tê.

Aşê Feysel ê navçeya Şera jî bi dijwarî tê topbarankirin
24 tîrmeh, 2022   08:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de Aşê Feysel ê nêzî baregeha hêzên Rûsya ya li navçeya Şera ya girêdayî kantona Erînê ya dagirkirî, bi çekên giran tobparan dike.

Agahiyên têkildarî encamên topbaranê hîna negihaştine ber dest.

(cx)

ANHA