Lavrov gihîşt Qahîreyê

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di destpêka gera xwe ya li parzemîna Afrîkayê de, gihîşt paytexta Misir Qahîreyê.

Lavrov gihîşt Qahîreyê
24 tîrmeh, 2022   08:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro yekşemê gihîşt paytexta Misir Qahîreyê û tê payîn ku ligel rêveberiya Misirê gotûbêjan bike. Lavrov dê bi Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt û nûnerên welatên endam re jî bicive.

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov dê li Komkara Erebî li ser asta nûneran axaftinê bike.

Serdana Lavrov di demekê de tê ku li hejmareke welatên Afrîkayê ji ber nebûna dehatûyên xwarinê ji Rûsya û Ukraynayê, aloziya xwarinê heye.

Tê payîn ku serdana Lavrov li welatên Afrîkayê 5 rojan bidome. Tê çaverêkirin ku Lavrov biçe Kongo, Uganda û Etiyopyayê jî.

Lavrov berî destpêkirina gera xwe ji medya Rûsyayê re gotibû: “Ji dema Yekîtiya Sovyetê ve têkiliyên demdirêj û baş ên Rûsyayê û Afrîkayê hene.”