Di topbarana li ser Zirganê de endamekî hêzên hikumeta Şamê hat kuştin û 4 kes birîndar bûn

Di topbarana li ser navenda navçeya Zirganê ya bakur rojavayê kantona Hesekê de, endamekî hêzên hikumeta Şamê hat kuştin û di nav de bav û 2 zarokên xwe, 4 kes birîndar bûn.

Di topbarana li ser Zirganê de endamekî hêzên hikumeta Şamê hat kuştin û 4 kes birîndar bûn
Di topbarana li ser Zirganê de endamekî hêzên hikumeta Şamê hat kuştin û 4 kes birîndar bûn
Di topbarana li ser Zirganê de endamekî hêzên hikumeta Şamê hat kuştin û 4 kes birîndar bûn
Di topbarana li ser Zirganê de endamekî hêzên hikumeta Şamê hat kuştin û 4 kes birîndar bûn
24 tîrmeh, 2022   06:29
HESEKÊ

Ji serê sibehê ve artêşa Tirk a dagirker navenda navçeya Zirganê ya kantona Hesekê û gundewarê bakurê navçeyê bi çekên giran û bi dijwarî topbaran dike. Di encama topbaranê de endamekî hêzên hikumeta Şamê hat kuştin, 4 kesên ji şêniyên gundên bakurê Zirganê jî birîndar bûn.

Birîndar rakirine Nexweşxaneya Şehîd Xebat a navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê.

Li gorî sicilê nexweşxaneyê, endamê hêzên hikumeta Şamê yê hatî kuştin bi navê Mehmûd El-Xerîb e.

Navên birîndaran jî wiha ne: Mihemed Qasim (20), Mueyed Ebdullah (32) û her du zarokên wî Mihemed Mueyed Ebdullah (7) û Teysîr Mueyed Ebdullah (5).

Her du zarok tevî bavê xwe rakirin Nexweşxaneya Şehîd Sarya ya bajarê Hesekê.

(cx)

ANHA