Meclisa Sivîl a Reqayê li gorî rewşa awarte amadekariyan dike

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr El-Zîb diyar kir ku hemû saziyên meclisê li gor rewşa awarte ya ku Rêvberiya Xweser ragihandiye tedbîr girtine û got: “Eger êriş li ser me werin kirin, em jê re amade ne.”

Meclisa Sivîl a Reqayê li gorî rewşa awarte amadekariyan dike
24 tîrmeh, 2022   07:03
REQA – EHMED EL-ESAF

Di destpêka vê mehê de Rêveberiya Xweser li hember êrişên dagirkeriya Tirk rewşa awarte ragihand, li gor wê jî hemû sazî û rêveberiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîr girtin û nexweşxane û noqteyên tendirustî amade kirin.

Girêdayî vê mijarê, hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr El-Zîb ji ajansa me re axivî û got: “Di dema dawiyê de gefên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir bûn, li gor wê jî civînek li ser asta heft rêveberiyên Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û meclisên giştî hat lidarxistin, di encama wê de jî rewşa awarte hat ragihandin.”

El-Zîb diyar kir ku li gor rewşa awarte şaneya kirîzê ji hemû sazî û komîteyên Meclisa Sivîl a Reqayê wek Komîteya Aborî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Leşkerî ya Reqayê, ji bo girtina tedbîran li hember êrişên dagirkeriya Tirk xwe amade kirin.

El-Zîb her wiha got: “Ji bo çavdêriya rewşa amadebûnê di aliyê tendirustî û aborî û xizmetî de, rojane şaneya kirîzê civînan li dar dixe. Ev tişt ji bo parastina şêniyan û peydakirina pêdiviyên wan bi rengekî cidî tên kirin. Eger şer li ser me were ferzkirin, em jê re amade ne.”

El-Zîb bi domdarî got: “Me gelek tedbîr girtine, wek peydakirina xwarin, derman û sotemeniyê, her wiha me nexweşxane amade kirin û li ser asta ewlehî jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên me yên leşkerî jî amadekariyên zêdetir kirin.”

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr El-Zîb da zanîn ku şaneyên ku piştî ragihandina rewşa awarte hatine damezirandin bi rengekî rasterast bi şaneya navendî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve girêdayî ne, her wiha ew bi rêya şaneya navendî hemahengiyê bi rêveberiyên derdorê re wek ên Tebqa, Reqa Kobanê û herêma Firatê pêk tînin.

(mh)

ANHA