Dewleta dagirker gundên Zirgan û Til Temirê dane ber topan

Artêşa Tirk a dagirker ji saetên serê sibehê ve navenda navçeya Zirganê, gundewarê bakurê Zirganê, gundewarên rojava û bakurê navçeya Til Temirê dane ber topan.

Dewleta dagirker gundên Zirgan û Til Temirê dane ber topan
24 tîrmeh, 2022   06:21
 HESEKÊ

Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku topbarana bi çekên giran li ser navenda navçeya Zirganê û gundên Esediyê, Til Emîr û Mişêrfe yên bakurê Zirganê, pêk tê.

Hemwextî wê artêşa Tirk a dagirker gelek gund û cihên li rojava û bakurê Til Temirê û derdora baregeha Rûsyayê topbaran dike.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me dane, gundên bakurê Til Temirê yên tên topbarankirin ev in:

Gundê Til Şenan ê Asûran ê bakur rojhilatê navçeya Til Temirê, gundê Dirdara yê bakurê Til Temirê û derdora baregeha Rûsya ya li bakurê navçeyê.

Li gundewarê rojavayê navçeyê jî, gundên Siker El-Ehmêr, Til Cuma, Til Tewîl, El-Xeybeş, Tewîla, Deşîşe, Qesir Toma Yelda û mezrayek di navbera navenda navçeya Til Temir û gundên Til Cuma de, tên topbarankirin.

Çavkaniyekî leşkerî jî ragihand ku di kêmî saetekê de zêdetirî 80 top li cihên navborî ketine.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku di topbaranê de zirarên mezin di milkên welatiyan de çêbûne.

Beriya çend deqeyan jî di topbarana li ser gundewarê navçeya Til Temirê de welatiyek şehîd bûbû, 4 welatî jî birîndar bûbûn.

Ev yek hemwextî topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser navçeyên Şera û Şêrawa yên kantona Efrînê ya dagirkirî, pêk tê.

(cx)

ANHA