Meclisa Parastina Xabûr: Dewleta Tirk binpêkirina agirbestê didomîne

Fermandariya Hêzên Parastina Xabûr a Asûrî, got dewleta Tirk a dagirker binpêkirina lihevkirina agirbestê didomîne.

Meclisa Parastina Xabûr: Dewleta Tirk binpêkirina agirbestê didomîne
23 tîrmeh, 2022   20:42
HESEKÊ

Fermandariya Hêzên Parastina Xabûr a Asûrî piştî hedefgirtina 3 şervanên wê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li gundewarê Til Temirê, daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî weşand.

Di daxuyaniyê de fermandariyê êrişên dagirkeriya Tirk a dagirker ên li dijî gundên navçeya Til Temirê şermezar kirin û bang li dewletên garantor kir ku sûcên dagirkeriya Tirk li dijî şêniyên herêmê rawestînin.

Fermandariyê nerazîbûna xwe li hember hedefgirtina gundên Xabûr ên Asûr nîşan da û wiha domand: “Em pabendî lihevkirina agirbestê ne. Lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê heta niha binpêkirina wê berdewam dikin. Em bang li dewletên garantor û aliyên têkildar dikin ku fişarê li Tirkiyê bikin ku pabendî lihevkirina agirbest be.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin li dijî gundên Xabûr îro ji sibê heta piştî nîvro, topbarana hovane pêk hat di encamê de zirar gihaştin mal û milkên welatiyan.

(şx)

ANHA