Malbat û parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir

​​​​​​​Malbat û wasiyê rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da.

Malbat û parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir
22 tîrmeh, 2022   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN 

Birayê rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, her wiha birayên girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û Xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da.

Malbatan her wiha serî li Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê jî da.

Parêzer ji bo ku bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, hefteyê du caran serî li van saziyan didin. Daxwazên hevdîtinê bi awayekî sîstematîk bê bersiv tên hiştin.