Artêşa Tirk careke din gundê Perex ê Dihokê topbaran kir

Ajansa Rojnewsê da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker careke din gundê Perex ê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê topbaran kir.

 Artêşa Tirk careke din gundê Perex ê Dihokê topbaran kir
22 tîrmeh, 2022   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyeke herêmî, careke din dewleta Tirk a dagirker gundê Perex ê Zaxo yê parêzgeha Dihokê topbaran kir. Ew yek jî piştî 2 rojan ji komkujiya li dijî tûrîstan ku di encamê de 9 welatî hatin qetilkirin û 23 birîndar bûn, pêk hat.

Heman çavkanî diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker hîna herêmê topbaran dike.

Artêşa Tirk a dagirker çarşema borî komeke tûrîstvan bi 4 topan li gundê Perex ê Zaxoyê topbaran kir, di encamê de 9 welatî hatin qetilkirin û 23 birîndar bûn.

(fr)