Beşdarên pîrozbahiya 19`ê Tîrmehê: Em welatê xwe ji dagirkeran re nahêlin

Welatiyên herêma Cizîrê yên beşdarî pîrozbahiya Şoreşa 19`ê Tîrmehê bûbûn, gotin: “Me axa xwe rizgar kiriye, divê em biparêzin jî. Em bawer im di salên bê de em ê destkeftiyên mezintir bi dest bixin.”

Beşdarên pîrozbahiya 19`ê Tîrmehê: Em welatê xwe ji dagirkeran re nahêlin
20 tîrmeh, 2022   08:09
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Duh li bajarê Qamişlo, bi boneya 10`emîn salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi dirûşma “Di salvegera 10`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê de, em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriyeya demokratîk ava bikin” pîrozbahiyeke girseyî hat lidarxistin.

Di pîrozbahiyê de bi sedan pêkhateyên herêma Cizîrê yên Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr, Keldan û Ermen amade bûn. Beşdaran nêrînên xwe yên li ser Şoreşa 19`ê Tîrmehê, hêviyên wan ji bo salên bê û qonaxên ku di dema niha de, ji ajansa me re parve kirin.

Welatiyê bi navê Hisên Sîno ku ji bajarê Hesekê ye, diyar kir ku ew ji bo piştgiriya Şoreşa 19`ê Tîrmehê beşdarî pîrozbahiyê bûne û bal kişand ser êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: “Bêguman xetereya gef û êrişan li ser herêmên me heye, em jî bi hevgirtina xwe li hember van gefan derdikevin. Gel hem li ber xwe dide, hem piştgiriya şervanên xwe dike, hem jî piştgiriya şoreşa xwe dike.”

ŞOREŞA JINAN BER BI AZADIYÊ VE DIBE

Hisên Sîno da zanîn ku ew pêwîstiyê bi girtina rê li ber êrişan dibînin û wiha pê de çû: “Ji ber qonaxa heyî ne mîna salên borî ye, îro ji aliyê siyasî, dîplomasî, civakî, leşkerî û tevlêbûna pêkhateyan de jî cuda ye.”

Welatiya bi navê xwe Ferdos Heyder ji bajarê Hesekê ye bal kişand ser pênasekirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi şoreşa jinan û da xuyakirin ku beriya destpêkirina şoreşê jin di rewşeke zilmê re derbas dibûn, şoreş jinan ber bi azadiyê ve dibe.

Ferdos got: “Fikrên rêber Abdullah Ocalan pir baş in, ez wek jineke elewî bang li hemû mezheban dikim ku li ser fikrên rêber Ocalan tev bigerin.”

`EM ROJAVAYA XWE BERNADIN`

Welatiyê bi navê Selahedîn Hemûş jî da xuyakirin ku dîroka 19`ê Tîrmehê ji bo gelan û gelê Kurd dîrokeke taybet e û wiha pê de çû: “Xweseriya demokratîk bi saya xwîna şehîdan hat avakirin, ev roj ji bo Kurdan û Kurdistanê bi tevahî rojeke dîrokî ye.”

Hemûş diyar kir ku gelê li herêmê niha li ber xwe dide, xwediyê şoreşa xwe ye û wiha got: “Em dev ji Rojavaya xwe bernadin û heta dawiyê em ê li pey şopa şehîdên xwe de bin.”

Selahedîn Hemûş da xuyakirin ku hêviya wan a her demê ew e, rizgarkirina bajar û navçeyên dagirkirî ne ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û got: “Parastina xakê ferz e, divê welat bê parastin, em ê dagirkeriya Tirk ji welatê xwe derxin.”

'EM Ê HERÊMÊN DAGIRKIRÎ RIZGAR BIKIN'

Welatiya bi navê Hediya Mihemed ku ew jî ji bajarê Hesekê ye, daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker bi gef û êrişên xwe dixwaze tirsê derbasî nava gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û wiha pê de çû: “Em qet natirsin, îro ji me, çi ji me bê xwestin em ê pêk bînin.”

Hediya Mihemed diyar kir ku ew hêvî dikin ku salvegerên bê yên Şoreşa 19`ê Tîrmehê ew ê bi serfirazî derbas bikin û herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de wê rizgar bibin û wiha got: “Em welatê xwe tu carî ji dijminan re nahêlin.”

Welatiyê bi navê Mûsa Xelîl ku ji bajarê Qamişlo ye, diyar kir ku hestên wan di salvegera 10`emîn de hestên azadiyê ne û destnîşan kir ku axa hatiye rizgarkirin divê bê parastin.

BERXWEDANA GERÎLA SILAV KIRIN

Mûsa Xelîl bal kişand ser berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û got: “Ji ber gerîla mafê civakan û mirovahiyê diparêze rûbirûyî êrişan dibe, wek em dibînin civak û gerîla îro bûne yek. Niha gerîla pêşengiyê dike û civak jî xeta wê diparêze.”

Xelîl got: “Hêviya me bi hêz û vîna me heye, em bawer dikin ku dê di salên bê de destkeftiyên mezintir di Şoreşa Rojava de bi dest bixin. Em gihaştine asta ku mafê xwe, rûmet û çand xwe biparêzin, em bi vê yekê jî kêfxweş in.”

ANHA