Rojnameyên erebî: Dadgeha Iraqê der barê dengên El-Malikî de lêpirsîn vekir

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa agahiyên ku dijberiya di navbera aliyên siyasî yên Iraqê de eşkere kirine, redkirina firotina avê ji Urdinê re ji aliyê hikumeta Şamê ve û rewşa Sûdanê kir.

Rojnameyên erebî: Dadgeha Iraqê der barê dengên El-Malikî de lêpirsîn vekir
20 tîrmeh, 2022   08:01
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DENGÊN EL-MALIKÎ DIYARKIRINA SEROKATIYA HIKUMETA IRAQÊ TEVLIHEV DIKIN’

Girêdayî rewşa Iraqê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Meclisa Dadgeriya Bilind a Iraqê ragihand ku têkildarî dengên qeydkirî yên serokê Hevbendiya Dewleta Yasa û serokwezîrê berê Nûrî El-Malikî, dest bi lêpirsînê kiriye. Meclisê da zanîn ku dadgeha lêpirsînê ya Kerexê gilînameyeke ku ji serdozgeriya giştî re hatibû şandin, wergirtiye da ku têkildarî dengên Nûrî El-Malikî tedbîrên qanûnî pêk bînin. Dadgehê got ew niha lêpirsînê li gorî qanûnê pêk tînin.

Dengên qeydkirî yên El-Malikî ku duh dengê 5`an hatibû belavkirin ku yê herî girîng e heta niha, kaxizên hêzên Çarçoveya Hemahengiyê ya şîe ku dihat payîn bigihîşta mekanîzmayeke ji bo hilbijartina namzetê xwe yê serokê hikumetê, tevlihev kirin.

El-Malikî di dengên xwe de kîna wî ya li hember Sedr û hevalbendên wî hate eşkerekirin ku carekê ew bi tirsonak, carekê jî bi kujer bi nav kir. Her wiha li dijî siyasetmedarên Kurd, nexasim Mesûd Barzanî û yên sunnî bi taybet Mihemed Helbûsî jî sekinî. Ji dengên duh niyetên El-Malikî yên li dijî hevrikên wî eşkere dibin.

El-Malikî di dengê xwe yê dawî de plana hevbendiya xwe bi "Pasdarên Îranê" re eşkere dike. Lê ya herî girîng di dengan de ew e ku El-Malikî bi awayekî eşkere li pêş komeke şîeyên mexmûrî bi navê ya girêdayî "Heşdî Parastinê" diaxive."

‘SÛRIYE FIROTINA AVÊ JI URDINÊ RE RED DIKE’

Li ser rewşa Sûriyê jî rojnameya El-Ereb ev tişt nivîsî: "Hikumeta Sûriyê red kir ku 30 milyon metrekab av bifiroşe Urdinê, ruxmî ku di navbera wan de peymana parvekirina avê heye. Ew yek jî di demekê de ku li Urdinê krîza avê û hişkesalî heye, pêk tê.

Wezîrê avê yê Urdinê Mihemed Necar got hikumeta wî hewl da 30 milyon metrekab av ji hikumeta Sûriyê bikire, lê hikumeta Sûriyê qebûl nekir.

Urdin ji beriya çend salan ve ji Sûriyê dixwaze ku peymana veberhênana ava çemê Yermûkê ya di navbera Urdin û Sûriyê de ku 1987’an li ser îmze kiribû, aktîf bike. Rayedarên urdinî, ji wan jî wezîrê çandiniyê yê Urdinê yê berê Xalid Henîfat diyar kir ku Şamê peymana avê ya di navbera her du welatan de, bi rêya zêdekirina bendavan binpê kir. Wê jî hişt ava ber bi bendavê ve diherike kêm bibe û bandorê para Urdinê ji avê bike."

Şîrovekar dibêjin, ruxmî vegera têkiliyên Urdin-Sûriye wekî berê jî, lê belê wê yekê bandor li dosyaya avê nekir.

Li Urdinê hişkesaliyeke tund heye û rêjeya avê li bendavan kêm bûye, her wiha baran kêm dibare.

Urdin hewl dide aloziya salane ya avê çareser bike, ji ber ku Urdin xizantirîn welatê cîhanê di aliyê çavkaniyên avê de tê hesibandin.”

‘LI XARTUMÊ LI DIJÎ TUNDIYA QEBÎLEYAN XWEPÊŞANDANÊN GIRSEYÎ’

Girêdayî rewşa Sûdanê, rojnameya Itîhad a Îmaratê wiha nivîsî: "Di xwepêşandana girseyî ya duh de ku ber bi qesra serokatiyê ya li Xartumê ve dest pê kiriye, bi hezaran sûdanî tev lê bûn. Ew xwepêşandan ji bo şermezarkirina kiryarên tundiya êlan ku di encamê de bi dehan kuştî li herêmên Nîl El-Ezreq û Kesla yên li rojhilatê welat de çêbûn, hate lidarxistin. Her wiha hêzên ewlehiyê gaza rondikrêj û bombeyên dengan avêtin xwepêşandêran, di encamê gelek kes birîndar bûn.

Di xwepêşandanê de diruşmên şermezarkirina lawaziya bersivdana hêzên ewlehî hatin hildan, her wiha kesên di dewletê de bi pêkanîna kiryarên tundiyê yên bi armanca pêkanîna armancên siyasî, hatin tawanbarkirin. Hêzên ewlehî û artêşê li paytextê û herêmên nêzî fermandariya giştî ya artêş û qesra serokatiyê hatin belavkirin.

Kryarên tundî yên êlan ji pênceşmê de li herêma Nîl El-Ezreq dest pê kir, ew yek di encama nakokiya di navbera komên êlan de der barê pirsgirêkên erk û berpirsiyarên rêvebirina herêmê de pêk hat.

Hêzên "Azadî û Guhartinê" koma "Îxwan" bi hewldana vegera li desthilatê bi rêya pêkanîna nakokiyên nîjadî û lîstina bi kaxiza êlan, tawanbar kir."

(fr)