​​​​​​​Fermandariya Giştî ya QSD’ê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir

Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi şahiyekê salvegera 10’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir û got "Divê em potansiyela hêzên xwe ji bo parastina destkeftiyên bi saya fedakariya şehîdan pêk hatine, xurt bikin."

​​​​​​​Fermandariya Giştî ya QSD’ê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir
20 tîrmeh, 2022   08:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi beşdariya nûnerên Koalîsyona Navneteweyî salvegera 10’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir.

Şahî bi toraneke leşkerî ji hêla Yekîneyên Antîterorê (YAT) ve dest pê kir, dûre fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî axivî û salvegera 10’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, malbatên şehîdan û tevahî şervanan pîroz kir.

Mezlûm Ebdî got: "Dewletên dijber hewl da ji roja destpêka wê ve ku li bajarê Kobanê dest pê kir, şerê vê şoreşê bikin. Lê belê vîna hêzên me û berxwedana gelê me ew hemû plan hatin têkbirin û me şerê tevahî komên terorîst ku bi desteka dewleta Tirk a dagirker êrişî kirine, kir; ji komên "Artêşa Azad" bigire heta bi Cebhet El-Nusra û rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst. Em îro xwe bi rêxistin dikin û potansiyala hêzên xwe ji bo parastina destkeftiyên bi saya fedekariya şehîdan pêk hatine, xurt dikin."

(fr)