​​​​​​​Analîza Thoreau Redcrow a li ser Rojava; ‘Ew giştî li Rojava ye’

Bi boneya salvegera 10`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê analîzvanê şerên cîhanî yê amerîkî Dr. Thoreau Redcrow bi navê ‘Ew giştî li Rojava ye’ nivîsek nivîsand.

​​​​​​​Analîza Thoreau Redcrow a li ser Rojava; ‘Ew giştî li Rojava ye’
20 tîrmeh, 2022   06:52
NAVENDA NÛÇEYAN

“Di aliyê dîrokî de koka Şoreşa Rojava vedigere Komuna Parîsê, kolanên Barcelonayê di dema şerê navxweyî yê Spanyayê de û Serhildana Zapatîstayan.

Şoreşa Rojava li ser milê şehîdên wekî Arîn Mîrkan, Zozan Jodî, Hevrîn Xelef û bi hezaran lehengên din ava bûye.

Şoreşa Rojava xakeke pîroz e ku zêdetirî 13 hezar şehîdên wê di oxira azadiyê de xwe feda kirin.

Şoreşa Rojava bajarê Kobanê ye ku bi lehengî binkeftin qebûl nekir dema ku hate dorpêçkirin û bû kavil.

Şoreşa Rojava îsbata wê yekê ye ku mirovên leheng ên biçek, pirtûk û nirxên bilind dikarin artêşa Tirk a dagirker a ku bi balafir, tank, fuze, dron û topên xwe êriş kir, bişikînin.

Şoreşa Rojava qada şer e ku YPG û YPJ`ê li kêleka hevalbendên cuda yên Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalît û Çepgirên Tirk ji bo cîhaneke çêtir, şer dikin.

Şoreşa Rojava bû mînaka îlhamê ya jinan, jin êdî ne di nav kefenên reş de ne, lê wekî endamên bingehîn ên jiyana giştî ne.

Şoreşa Rojava tecrubeyeke pêşeng a konfederalîzma demokratîk e ku girava Îmraliyê ji bo wê bûye minare ku ji bo mirovahiyê ronahî dide û jê re nirxekî exlaqî ya raberî bû.

Şoreşa Rojava nêrînek e ku li şûna şîrketan komîn, dewlemendan meclîs, tecrîd berpirsyariya civakî tên bicihkirin.

Şoreşa Rojava civakek e ku her welatiyek tê de xwedî dengekî siyasî ye û tê de jiyan, ji bo ku beşdariyeke aktîf di kontrolkirina çarenûsa xwe de mîsoger bike, hatiye organîzekirin.

Şoreşa Rojava, ew baweriya ku em dikarin bi rêya ekolojiya civakî dikare pêşî li hilweşîna gerstêrka xwe bigirin û ger jin bi tevahî azad nebin civakeke azad nabe.

Şoreşa Rojava çandeke ku tê de cilûbergên reş a li ser jinan hatiye ferzkirin di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de, bi kirasên derçûna zanîngehê hatiye guhertin.

Şoreşa Rojava modeleke alternatîf a desthilatdariyê ye, ku li şûna artêşên êrişkar, yekîneyên xweparastinê yên bi parastina gel re têkildar in, hatin avakirin.

Şoreşa Rojava sozek e ku divê sunnî, şîe, elewî, xiristiyan, cihû, êzidî û zerdeştî bê tirs azad îbadetê bikin.

Şoreşa Rojava ya demokratîk, pirneteweyî tevkariya dilxwazên Kurd, Ereb, Ermen, Asûrî, Keldanî, Çerkes, Tirkmen, Çeçen û Rojavayî bi erênî dinirxîne.

Şoreşa Rojava keçeke biçûk a Kurd e ku cara yekem diçe dibistanê û bi zimanê xwe yê zikmakî dixwîne.

Şoreşa Rojava malbateke Ermen li ser gorên jibîrbûyî yên bav û kalên xwe yên ku di dema Komkujiya Ermenan de li van xakan geriyane, jiyaneke bextewar ava dike.

Şoreşa Rojava jineke ciwan a Ereb ji Dêrezorê ye ku ji bavê xwe re dibêje ew niha dixwaze bibe parêzer û ew xewna wê qebûl dike.

Şoreşa Rojava ciwanekî Suryanî ye ku biryar da gundê xwe li dijî bombebarana leşkerî û dagirkeriya Tirk biparêze.

Şoreşa Rojava malbatên ji Efrînê koçber bûne, dizane ku Tirkiye bi hovîtiya xwe darên zeytûnan dibire û talan bike, lê di dawiyê de wê dagirkerên faşîst têk biçin.

Şoreşa Rojava her zarokek li Dêrikê dikene, li her xwaringeheke qelebalix a Qamişlo, her straneke kurdî li kolanên Hesekê, her malbatek bi ken li Amûdê digere.

Şoreşa Rojava şaneyên DAIŞ'ê yên li Reqayê digire û wan vediguherîne navendên hunerî û pirtûkxaneyên. Ew malbatên Ereb e ku ji başûrê Sûriyê koçber bûne û li Minbicê di lêgerîna ewlekarî û aramiya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de dijîn.

Şoreşa Rojava, soza wê ye ku careke din şêx Seîd, Seyîd Riza û Qazî Mihemed neyên daliqandin, gazên kîmyewî li bajarên kurdan neyê bikaranîn û bi hezaran gundên kurdan careke din neyên şewitandin.

Şoreşa Rojava mûmek di nava tarîtiyê de pêketî ye, ji bo Kurdistan û tevahiya Rojhilata Navîn rêya pêşerojeke geştir ronî dike.”

(şx)

ANHA