Li Til Rifetê komîteyên rewşên awarte hatin avakirin

Li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker komînên taxên Til Rifetê komîteyên rewşa awarte ava kirin û erkên ku pê hatine erkdarkirin, bi cih tînin.

Li Til Rifetê komîteyên rewşên awarte hatin avakirin
20 tîrmeh, 2022   06:02
ŞEHBA – XANDÎ ELO

Rayedarên Tirk gelek caran gefa êrişkirina navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê xwarin ku bi deh hezaran welatî di nav de koçberên Efrînê, lê dijîn.

Komîn di nava birêxistinkirina civakê de weke şaneya bingehîn e û erkê wê ye ku di rewşên wiha de ku pêwîstî bi parastinê heye, kar bike û endamên civakê li gorî rêgezgên şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bike.

Li ser vê bingehê, 15 komînên li navçeya Til Rifetê di bin çavdêriya meclisa navçeyê de, bi hev re dest bi avakirina komîteyên rewşa awarte kirin ku her yek ji wan xwedî erkekî ye.

VEKIRINA KURSÊN DESTWERDANA LEZGÎN 

Li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker weke gava destpêkê, di nava komînan de kursên destwerdana lezgîn hatin vekirin û tê de endamên Komîteya Tenduristiyê ya komînê ku hejmara wan di navbera 3 û 4 kesan de ye, bi rêya bijîşkên pispor kursên destwerdana lezgîn dibin. Ji bo ku amade bin heke êrişeke muhtemel li dijî herêmê pêk hat.

Di 18’ê Tîrmehê de Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bang li welatiyan kir ku kursên destwerdana lezgîn bibînin. Ji bo wê perspektîv da nuqteyên tenduristiyê û nexweşxaneyan ku welatiyên dilxwaz perwerde bikin.

AVAKIRINA KOMÎTEYEK JI BO PEYDAKIRINA PÊDIVIYÊN BINGEHÎN

Her wiha di komînan de komîteyek taybet ji bo peydakirina pêdiviyên bingehîn ên gel di dema bombebaran û êrişan de hate avakirin.

Komîte ji bo dabînkirina xwarin û pêdiviyên din ji xelkê re berpirsyar e û armanca wê gihandina pêdiviyan ji bo hemûyan e.

AVAKIRINA KOMÎTEYEK JI BO RAKIRINA BIRÎNDAR Û ŞEHÎDAN

Komîteyeke din hate avakirin ew jî Komîteya Lezgîn e. Di nava komînê de gelek kom hene ku di dema şer de birîndaran radikin nexweşxaneyan û ev kom hema hema li her taxekê hatine avakirin.

Ev komîte dema ku birîndar û şehîd hebin, karê xwe dike. Ew yekser birîndar û şehîdan diparêzin û radikin nexweşxaneyan.

PARASTIN

Berê di nava komînê de Komîteya Parastinê heye, lê vê carê karê wê dê parastina nuqteyên paş yên di şer de ye, li ser vê bingehê di nava her komînekê de komîteyek ji bo pêkanîna vî erkî hat avakirin.

Ev komîte dê li gorî rêgeza parastina taxên Til Rifet û welatiyên ku li wir dijîn ji hemû xeteriyan kar dike.

HIŞYARIYA GEL JI PLANÊN DAGIRKERIYÊ

Ev komîte bi rêya bernameyên perwerdehiyê yên ku ji aliyê komînê ve tên organîzekirin, her heftê rojekê hewl bide gel perwerde bike û di dema êrişa muhtemel a dewleta Tirk de xwe bi rêxistin bike.

Hevseroka komîna duyemîn a Til Rifetê Emîne Çawîş ji ajansa me re axivî û got: "Li komînê di vê qonaxê de tişta ku ji me tê xwestin em dikin. Di îhtîmala ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî me bikin de, me kom û komîteyên taybet ji bo bicihanîna erkên ku pê hatine erkdarkirin, amade kirine."

Welatî jî teqezî bi pêkanîna berxwedanê li hember dagirkeriya Tirk kir. Welatiya bi navê Xalîde Qasim (ji Efrînê koçber bûye) diyar kir ku ew ê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin û wiha dewam kir: "Em zêdetirî 4 sal berê ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, koçberî kantona Şehbayê bûn. Piştî koçberiya ber bi kantona Şehbayê, dîsa çeteyan herêmên me bombebaran kirin û gelek komkujî li dijî me pêk anîn, em ê bi şêwazê şerê gel ê şoreşgerî li hember êrişan li ber xwe bidin. Em ê rê nedin ti kesî ku herêmên din dagir bike û ji bo parastina herêmê em fedakarî bikin."

ANHA