Hewldana çeteyan a ketina gundê Mihsenlî hate pûçkirin

Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirker a ketina gundê Mihsenlî yê bakurê Minbicê têk bir.

Hewldana çeteyan a ketina gundê Mihsenlî hate pûçkirin
20 tîrmeh, 2022   06:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, şervanên meclisê bersiv da hewldana komeke çeteyê "Mertala Firatê" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker a ketina gundê Mihsenlî yê bakurê Minbicê.

Piştç şerekî demkurt û di encama berxwedana şervanan û piştî şerek rû da, hewldana çeteyan hate têkbirin.

Navendê da zanîn ku ger hûrgiliyên din bi dest ketin wê parve bikin.

(fr)