Prof. Stellan Vinthagen: Şoreşa Rojava bûye tirsa dilê gelek dewletan

Profesorê swêdî Stellan Vinthagen destnîşan kir ku şoreşa Rojava di serdemekê de ku rejîmên otorîter ên cîhanê gelekî xurt bûne, wek çirûskeke geş vêdikeve.

Prof. Stellan Vinthagen: Şoreşa Rojava bûye tirsa dilê gelek dewletan
20 tîrmeh, 2022   04:39
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Şoreşa jinan ya 19'ê Tîrmehê ku li gel hemû êriş û gefan jî li ber xwe da û bi pêş ket, 10 sal li pey xwe hiştin. Gelên Rojava tevî rewşa awarte ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandiye, salvegera şoreşê pêşwazî dikin. Her wiha bi baweriya rizgarkirina herêmên dagirkirî û bi perspektîfa şerê gel ê şoreşgerî amadekariyên berxwedanê dikin. Şoreş li gelek deverên cîhanê bi beşdariyeke xurt tê pîrozkirin.

Gelek nivîskar, profesor, hunermend, rojnamevan û akademîsyen piştgiriya xwe ji bo şoreşa Rojava didomînin. Profesorê swêdî Stellan Vinthagen jî ji têkildarî şoreşê ji ajansa me re axivî.

Prof. Stellan Vinthagen şoreşa li Rojava ji bo mirovên li çar aliyên cîhanê wek "têkoşîna xwedî îlham" pênase kir û got sîstema hatiye pêşxistin, ezmûneke pêşxistina civakeke xweser e.

‘ŞOREŞA ROJAVA; JI BO TÊKOŞÎNA DEKOLONYAL RÊYEKE BER BI PÊŞ VE’

Stellan Vinthagen bi bîr xist ku di demekê de ku rejîmên otorîter ên cîhanê gelekî xurt in, şoreşa Rojava wek “çirûskeke ronî” ye û got: "Şoreşa li Rojava, ji bo derfetên ku mirov li bendê nemînin ku ji aliyê dewletên din ve ji bo serxwebûn û mafên xwe bên naskirin, çirûskeke ronî ye, lê belê ji bo derfetên ku nîşan didin ku mirov çawa dikarin biryardariya xwebirêxistinkirinê û birêvebirina xwe bi ser bixin. Bi ya min aliyê herî girîng ew e ku gel vê bi ser dixe. Mîna Zapatîstayan, Kurd jî rê li ber şêweyeke nû ya têkoşîna dekolonyal vedikin ku li gorî min siberoja têkoşînên gel e."

‘TIRSÊ DIXE DILÊ GELEK DEWLETAN’

Stellan Vinthagen bal kişand ser sedemên ku hin dewlet dijminatiyê li şoreşa Rojava dikin û destnîşan kir ku sîstema azadiya jinan ji bo dewletan rê li ber fikaran vekiriye.

Vinthagen got li dijî van dijminatiyan pêdivî bi hevgirtineke tecrubeyên xweser ên bi heman rengî heye û wiha dewam kir: "Gelek sedemên taybet ên vê dijminatiyê hene, nemaze ji bo dewletên cîran; Sûriye, Tirkiye, Iraq û Îranê. Wekî din, mînaka Kurdan a civaka sosyalîst, femînîst û xweser, ji bo dewletên mezintir rê li ber fikaran vedike. Ev yek li gelek dewletan tirsê çêdike û tirsê dixe dilê mirovên ku kapîtalîzma global bi rê ve dibin. Ji ber vê yekê, ez difikirim ku têkiliyên hevgirtinê yên di navbera Rojava û tecrubeyên din ên xweser de girîng in. Ez ne bawer im ku dostên vê tecrubeyê dewlet an jî şîrket bin."

‘LI DIJÎ SÛCÊN DAGIRKERAN YEKITÎ ŞERT E’

Gelek komên çete bi taybetî DAIŞ, Artêşa Azad û El Nusra ku şaxê El Qaîdeyê yê Sûriyê ye, xwestin êrişî Şoreşa 19'ê Tîrmehê bikin û bixeniqînin. Dewleta Tirk a dagirker ku li pişt wan êrişan bû, piştî ku komên çete li hember hêzên QSD/YPJ/YPG'ê têk çûn, yekser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Li van herêmên dagirkirî her roj sûcên derveyî mirovahiyê tên kirin.

Vinthagen diyar kir ku sûcên ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, ne ecêb in û got: "Ev sûc tirsnak in û helbet divê werin şermezarkirin. Êrişên bi vî rengî mafên mirovan binpê dikin û divê erka hemû welatiyên cîhanê be ku li dijî vê bertekê nîşan bidin. Dema ku li dijî vê li ber xwe didin, divê bi Kurdan re hevgiriyek çêbe. Mixabin me dît ku Swêd û DYA vê rewşê paşguh dikin û dev ji Kurdan berdidin. Ji ber vê yekê bê guman divê mehkûm bibe, lê ya girîngtir divê hevgirtin û hevkariya pratîk bi şoreşa Kurdan re bê avakirin."

'EV BÊDENGÎ ENCAMA SIYASETA PASÎF A DEWLETAN E'

Stellan Vinthagen bêdengiya dewletan a li ser sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê rexne kir û wiha nirxand: "Heman bêdengiya ku di sûcên Îsraîlê yên li dijî filistîniyan, yên Fasê yên li dijî sahrawiyan, ya Endonezyayê ya li dijî nifûsa xwecih a Papuaya Rojava û ya Hindistanê ya li dijî Keşmîrê de, niha jî ji bo Rojava tê nîşandan. Ev qalibek e. Em dibînin ku ev her tim pêk tê. Ev meseleya siyaseta pasîf a dewletan e. Ji ber vê yekê dema mijar dibe parastina mafên mirovan, ez bawer nakim ku em bi berjewendiyên dewletan bawer bikin. Divê hevgirtina mirovahiyê hebe. Bê guman di nava NY’yê de rojnamevan û komîsyon hene ku dikarin bertekan nîşan bidin, bertek nîşan dan, lê ev têrê nake. Divê hevgirtineke baştir û xurttir hebe.”

'REJÎMA TIRK KETIYE NAVA PANÎKÊ'

Stellan Vinthagen wiha pê de çû: "Tecrubeya demokratîk a ji aliyê Kurdan û gelan ve li Rojava hat afirandin, mînakek e ku dikare îlhamê bide hemû Kurdan. Bê guman rejîma Tirk ji ber ku îlhamê dide Kurdên li Tirkiyê jî ketiye nava panîkê. Ji ber tirsa ku tiştek biqewime ku dewleta Tirk nikare kontrol bike, dixwaze tecrubeya Rojava têk bibe. Parastina li dijî vê, di serî de avakirina bendên hevgirtinê ye ku Kurd jixwe li Tirkiyê bi Tirkên ku bi guherîna demokratîk re eleqedar in, hewl didin geş bikin. Pêwendiyên bi vî rengî dê ji bo tepisandina otorîteriya Erdogan girîng bin."

'TEVLÊBÛNA GEL A LI TECRUBEYÊN XWESER GIRÎNG E'

Stellan Vinthagen diyar kir ku divê Kurd û gelên li Rojava serî li hemû rê û rêbazan bidin da ku xwe biparêzin û li dijî êrişan li ber xwe bidin û destnîşan kir ku parastina herî xurt tecrubeya xweseriyê bi xwe ye. Vinthagen got pêşxistina tecrubeyên xweser ên bi heman rengî ji aliyê Kurdan ve li Tirkiyê, dê ji bo Rojava bibe parastinek û wiha axivî: "Aşkera ye ku tiştên li Rojava û herêmên Kurdan ên li Tirkiyê diqewimin, kombînasyona tiştên li civakên din ên piştgiriyê yên li cîhanê ne. Aliyê herî girîng ê parastinê parastina xweseriyê ye."

Vinthagen diyar kir ku têkiliyên bi muxalefeta li Tirkiye û Sûriyê re jî dê girîng bin û got: "Tişta ku li Endonezyayê şoreşeke demokratîk afirand û bi rastî jî ji bo Tîmora Rojhilat serbixwe bibe qadek vekir, kombînasyoneke dîplomasî û berxwedanê ya navneteweyî bû ku tê de têkiliyên hevgirtinê yên muxalefeta demokratîk a di nava Endonezyayê de çêkirin. Bi ya min tişta pêwîst, ev kombînasyona stratejîyan e.”

STELLAN VINTHAGEN KÎ YE?

Stellan Vinthagen (di 13’ê Cotmeha 1964’an de ji dayik bûye) profesorê civaknasiyê yê swêdî ye, akademîsyen-aktîvîst e û li Zanîngeha Massachusettsê rêvebirê Însiyatîfa Lêkolînên Berxwedanê ye. Hevserokê Koma Xebatên Berxwedanê ya Zanîngeha Goteborgê ye. Edîtorê Kovara Xebatên Berxwedanê ye û endamê Meclisa Lêkolînên Berxwedanê ye. Şêwirmendê War Resisters International (WRI) û Navenda Navneteweyî ya Têkoşîna Bêşîdet (ICNC) ye. Ji sala 1980’yî ve li welatên cuda mamostetî, organîzatorî û aktîvîstî kiriye û zêdetirî 30 çalakiyên bêîtaetiya sivîl a bêşîdet kiriye û ji ber vê yekê zêdetirî salekê di girtîgehê de maye.

ANHA