‘Bikaranîna çekên kîmyewî ne tenê ji bo dagirkirinê ye, herêmê tevî zindiyan îmha dike’

Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi çekên kîmyewî tên bombebarankirin. Berdevka Komîteya Ekolojiyê ya Kongra Star diyar kir ku bikaranîna wan çekan ne tenê ji bo dagirkirinê ye û got “Jiyana hemû zindiyan dixe xetereyê, divê êdî hikumeta Başûr jî ji bêdengiya xwe derkeve.”

‘Bikaranîna çekên kîmyewî ne tenê ji bo dagirkirinê ye, herêmê tevî zindiyan îmha dike’
20 tîrmeh, 2022   01:44
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Herêmên Parastinê yên Medyayê bi salan e bi êrişên dewleta Tirk a dagirker re rû bi rû dimîne. Piştî bikaranîna hemû cureyên çekan, dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne.

Herî dawî HPG`ê di 15`ê Tîrmehê de eşkere kiribû ku artêşa Tirk ji 14`ê Nîsanê heta 14`ê Tîrmehê herî kêm hezar û 198 caran çekên kîmyewî, bombeyên taktîk nukleer û termobarîk bi kar anîne.

Têkildarî mijarê berdevka Komîteya Ekolojiyê ya Kongra Star Rîhan Temo ji ajansa me re axivî û got: “Bi taybet ji bo gelê Kurd, çekên ku li hemberî her kesî nayên bikaranîn, li dijî gelê Kurd bikaranîna wan çekan rewa dibînin. Ev yek jî di nava rûpelên dîrokê de hatiye belgekirin.”

Rîhan Temo da xuyakirin ku çekên kîmyewî bi salan e bi cureyên cuda tên bikaranîn û wiha dom kir: “Ew hevpeymanên ku tê de bikaranîna çekên kîmyewî hatin qedexekirin, 189 dewletan erê kirine. Di sala 1925`an de ev hevpeyman li Cinêvê hate îmzekirin. Yek ji wan gelên ku niha li hemberî wan tên bikaranîn jî gelê Kurd e. Li Helebçeyê heta roja me ya îro di bin bandorê de ye.”

`JI BO QIRKIRINÊ BI KAR TÎNIN`

Di berdewama axaftina xwe de Rîhan Temo da zanîn ku çekên kîmyewî ne mîna çekên klasîk in û got: “Bi armanca rakirina koka gelan û talankirina erdenîgariyê tên bikaranîn. Di mêjiyê hikumeta AKP`ê de niha ev heye. Niha jî li dijî gerîlayan li Herêmên Parastinê yên Medyayê dide bikaranîn.”

Rîhan Temo destnîşan kir ku ev kiryar wek sûcê li dijî mirovahiyê ye ku ji aliyê dewleta Tirk a dagiker ve pêk tê û got: “Bandora wan li ser xweza, jîngeh û mirovahiyê heye. Bikaranîna wan ji bo qirkirina Kurdan ji aliyên fîzîkî, çandî û erdenîgarî ve tê kirin.”

`ŞERÊ KÎMYEWÎ ŞERÊ QIRKIRINÊ YE`

Rîhan wiha pê de çû: “Cureyên wan pir in, her yek ji wan jî xwedî bandorekê ye. Hin ji wan yekser bandora xwe li sinîrên mirovan dikin. Hin çek hene yekser mirov ber bi mirinê ve dibin. Şerê ku bi çekên kîmyewî tê kirin, şerê qirkirinê ye. Dema ku gaza jehrî tê bikaranîn mirov pê difetise, mîna gaza sarîn û kilor. Hin hene derbasî nava xwînê dibin, bandora wan di nava hinavê mirovan de dimîne. Jiyana mirovan dixe ber tehlûkeyê.”

Rîhan Temo da xuyakirin ku bandora çekên kîmyewî ne tenê yekalî ye û got: “Cihê ku lê tên bikaranîn bandora xwe li hemû cureyên jiyanê dikin û salên dirêj bandora wan dewam dike. Dema ku li erdenîgariyekê tê bikaranîn li wir jiyan dikeve zehmetiyê, heta bi giha jî bi jehr dibin.”

`BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ HERÊM NEXWEŞ DIMÎNE`

Di berdewama axaftina xwe de Rîhan bal kişand ser bandora çekên kîmyewî li ser herêmê û sedemên bêdengiya li hember bikaranîna wan û got: “Piştî bikaranîna kîmyewî li herêmekê ew herêm 40 salan nexweş dimîne. Ji ber destekdayîn û silavkirina berxwedana gerîlayan li hemberî dewleta Tirk, hikumeta AKP`ê nikare armancên xwe pêk bîne, ji ber vê yekê rêbazên hesan pêk tîne, ew jî çekên kîmyewî ye ku xwedî bandoreke kûr in.”

Rîhan destnîşan kir ku hikumeta Başûrê Kurdistanê beriya niha tecrubeyên bikaranîna çekên kîmyewî dîtine, bi sed hezaran welatiyên Başûrê bûne qurbanî û got: “Ji ber vê yekê armanca bikaranîna wan ne tenê dagirkirin e, îmhakirina herêmê bi giştî ye.”

Di dawiya axaftina xwe de berdevka Komîteya Ekolojiyê ya Kongreya Star Rîhan Temo got: “Divê bertekên hikumeta Başûrê Kurdistanê êdî li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî li herêmê derkevin, divê qebûl neke. Ji ber ku nikarin bibêjin tenê li dijî herêmekê bi kar tînin, ji ber ku bandore li hewa û şînkahiyê dike.”

ANHA