Nêrîneke şoreşgerî li ser şoreşa 10 salî -Serhad DENIZ                                                    

Nêrîneke şoreşgerî li ser şoreşa 10 salî -Serhad DENIZ                                                    
20 tîrmeh, 2022   00:58

Şoreşa Rojava, niha di asta dil û mejî de ji bo me girîng e. Di şexşê Şoreşa Rojava de hêvî û xeyalên mirovahiya azad jiyanî dibin. Li gel hemû kêmasî û lawaziyên xwe jî Şoreşa Rojava bi ked û xwîna pakrewanan îro hêja jî stêrka geş a mirovahiya pêşverû ye. Şoreşa me ji ber ku ya hemû gelên bindest, xizan û kedkaran e, hêja ye û ji aliyê mirovahiyê ve hate hembêzkirin. Şoreşa Rojava şoreşên dîrokî û utopyayên pêşerojê bi hev re raberî mirovahiyê kirin. Ji ber vê taybetmendiya xwe xwîna jin û ciwanên Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûrî, Suryanî, Îngilîz, Îskandînavî û gelên din tevlîhev bû. Ji ber ku xwîna efsaneyên wekî Gelhat û Arînan lê hatiye rijandin, bi bedelên bêhempa hatiye parastin, hîna jî stargeha hêvî û xeyalên me ye. Şoreşa Rojava, ji ber qedirbilindiya nirxên xwe neketî ye û kelema berçavên kedxwar û xwînxwaran e.

Şoreşa Rojava, ji ber ku keda Hostayê Mezin e, çavên me tevan lê ye. Tevgera Azadiya Kurdistanê, Rojava, wekî “Filîstîna Kurdan” bi nav kir. Dema ku xwînmijên DAÎŞ’ê bi alîkariya dewleta Tirkiyê ya dagirker û qirker êrîşî Rojava kir, ji ber vê rastiyê bû ku destên hemû mirovên birûmet li ser dilên wan bû. Jin û ciwanên hêja ji ber vê sedêmê bûne lehî û herikîn Rojava, bendên sînoran hilweşandin.

Mirov çi qas wesfê Şoreşa Rojava bide kêm e. Lê em wekî şagirtên Rêber Apo, ne bi wesf û methê xwe pêşve diçin. Hêza cewherî ya Rêber Apo, bi rexne û rexnedayînê pêş dikeve. Ji bo wê, şoreşa me ya ku 10 salên têr û tijî li pey xwe hiştin, pêwîst e di 11 saliya xwe de bi her awayî were destgirtin, şîrovekirin. Kêmasî û şaşîtiyên me çi ne? Wekî gel û tevger ji bo ku em Şoreşê biparêzin û pêşve bibin, pêwîst e em çi bikin? Yek bi yek, wekî jin, ciwan, dayîk, bav û kal, divê em peywirên demê derxînin zanebûnê û li wan xwedî derkevin, pêk bînin.

Êdî dost û dijmin her kes dizanê ku stratejiya Tevgera Azadiya Kurdistanê ya vê demê, di esas de xwe dispêre Şerê Gel ê Şoreşgerî. Baş e, divê em tev ji xwe bipirsin: ez di ku dera Şerê Gel ê Şoreşgerî de me? Dema Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ketin destên xwînmijan, min çi dikir? Hêvî û bendewariyên min çi bûn? Ji bo ku em wekî gelên bindest û xizan, nebin qûrbanê kedxwar û xwînxwaran, lazim e em çi bikin?

Hişmendiya dîrokî, her dem jiyanî ye. Di roja me de civakî û dîrokî fikirandin, ji her demê zêdetir ferz e. Dema mirov civakî û dîrokî bifikire û bijî, ne gengaz e ku mirov qedera xwe teslîmî filan dewlet an jî hêza biyanî bike. Beriya 23 salan, hemû xwînmijên cîhanê yên lanetî li hev kom bûn û Rêber Apo xistin çarmixa Îmraliyê ku bi gotina dagirkeran ‘her rojekî wir bedelê hezar îdamê ye’. Baş e, Rêberê me yê ku em ji gorê rakirin serpiyan, îro hêja jî bi bîryar û erêkirina wan hêzan tevan, dîsa di bin îşkencê de ye. Ew ên ku vê layiqî Rêber Apo dibînin û qirkirina Kurdan erê dikin, wê çawa me biparêzin û azad bikin? Ger ev hişmendiya heqîqeta dîrokî di me de zindî be, em ê tu carî îrade, biryar û qedera xwe radestî tu kesî nekin. Lewra şoreş, berhemê gelan e, bi ked û xwînê pêk tên, lê di esas de peywirên şoreşgerî piştî pêkanîna şoreşê dest pê dikin ku ew jî parastina xet, pîvan, nirx û berhemên şoreşê ne…

Di çolistana ramanî ya Rojhilata Navîn de Rêber Apo, bi fikir, rêxistinbûn û çalakiyên xwe waheyên bihûştî ji me re afirandin. Bêguman li Rojhilata Navîn şoreş pêkanîn û parastin ne hêsan e.

Bêguman, şoreş li ser hîmên xwe yê polayî hêja jî li ser piyan e. Lê ev nayê wê wateyê ku em çi jî bikin, dijmin çi jî bike, wê her li serpiyan bimîne. Niha dijminekî hov, dagirker, qirker û mêtînger heye û êrîşî hemû nirxên me dike. Wekî mezinên me gotî, ‘dijmin e, bêminet e’. Lê em şoreşger, welatparêz, rêveberên civakê, hêzên leşkerî, endamên komun û meclîsan, xwendevan, hunermend, rewşenbîr… Em çi dikin? Ger ku em xwe bispêrin hîmên xwe yên dîrokî, civakî, bîrdozî û çandî em ê bikaribin li hemberî her cure êrîş û dijminî li serpiyan bisekinin û serkevin. Lê ku em li benda hin hêz û kesan bin da ku ji me re azadiyê bînin, şoreşa me biparêzin, em ê winda bikin. Dayîk û bavên me, gotinên biqasî pirtûkan dagirtî anîne ziman: çavê li deriya, xwelî li seriya!

Em ne reşbîn in, lê xeterî pir mezin e. Ger ku em nikaribin van êrîşan têk bibin, wekî gelek şoreşên cîhanê yên din, em dikarin hemû destkeftiyên xwe winda bikin. Em ê di qirkirinan de derbas bibin. Lê ku em li peywirên xwe yên rojaneyî û dîrokî xwedî derkevin, li ser xeta Rêber Apo bi israr, bi bîryar û îrade bimeşin, em ê teqez bi serkevin! Ev cîhan û sedsal yê me ne. Bes ku, em nesikinin!

Hemû şehîd û gaziyên şoreşê bi hurmet û minet bi bîr tînim, bejna xwe li hemberî ked û bîranîna wan ditewînim.

ANHA