​​​​​​​Têkoşîna jinan di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de 5 armancên sereke diyar kirin

Çalakvan û siyasetmedarên jin armancên sereke yên têkoşîn û berxwedana xwe ya ji biserxistina şoreşa xwe diyar kirin. Gelo ev armanc çi ne  û dê çawa bên pêkanîn?

​​​​​​​Têkoşîna jinan di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de 5 armancên sereke diyar kirin
19 tîrmeh, 2022   23:40
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

10 sal li ser şoreşa jinan a li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbas bûm. Ev şoreş bi gelek asteng, zehmetî, êriş û hewldanên têkbirina wê re rû bi rû ma. Ruxmî wê jî gelek destkeftî bi dest xistin ku di bin desthilata pergalên zordest de bi dest nexistine. Jinan li gorî fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan li hember zihniyeta baviksalarî û hêzên kapîtalîst xwe birêxistin kir.

Soreşa 19`ê Tîrmehê bi pêşengiya jinan di hemû qadên leşkerî, siyasî, civakî û dîplomatîk de li dar ket.

Çalakvan û siyasetmedarên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera 10`an a Şoreşa 19`ê Tîrmehê teqezî bi berdewamkirina têkoşîn û berxwedana xwe li hember êrişên dagirkeriya Tirk kir û ji bo biserxistina şoreşa xwe 5 armancên sereke diyar kirin.

1-Avakirina Sûriyeyeke demokratîk a azad

Ji bo birêxistinkirina jinan di aliyê bîrdozî de û xilaskirina wan ji zihniyeta baviksalarî û zordest Kongra Star rola herî girîng di şoreşê de lîst. Berdevka Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed got jin di şoreşê de bû sembola serhildan û berxwedanê ji bo pêkanîna azadiyê.

Remziye Mihemed ev bone li hemû jinan li cîhanê pîroz kir û got: “10 sal li ser Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbas bûn. Salên bi ked, têkoşîn û berxwedana gel dagirtî bûn bi taybet jinên kurd ku tecrubeya xwe gihandin hemû jinên pêkhateyên din da ku biser kevin û bibin pêşeng û şoreşê bi rêve bibin.”

Remziye Mihemed wiha domand: “Bi pêşengî û têkoşîna jinan me Şoreşa 19`ê Tîrmehê destpê kir. Di sala nû ya şoreşê de divê em têkoşînê li hember siyaset û gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê mezin bikin. Dewleta Tirk armanc dike ku Şoreşa Rojava ya bûye modelek li cîhanê têk bibe.”

Bi vê boneyê Remziye Mihemed bang li hemû jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: “Êrişên li dijî me yên qirkirinê ne. Ji ber wê divê jin xwedî li şoreş, saziyên xwe derkevin da ku projeya xwe ya demokratîk û Rêveberiya Xweser biparêzin û wê bi ser bixin da ku li Sûriyê bi giştî pêk were.”

2-Sekna li hember êrişan bi giyanê şerê gel ê şoreşgerî

Ji destpêka şoreşê ve, jin rastî hemû cureyên êrişên leşkerî û bîrdozî hatin, lê jinên li herêmê li hember êrişan li ber xwe dan, şoreşa xwe û gelên herêmê bi rêya birêxistinan xwe di nav sazî, tevger û yekitiyan de parast. Yek ji destkeftiyên ku jinan bi vîn û têkoşîna xwe bi dest xistine, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ye.

Berpirsa Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya YPJ`ê Rûksen Mihemed destnîşan kir ku ne tenê êrişên leşkerî lê belê êrişên fikrî û zihniyetê li dijî jinan, hebûn û vîna wê pêk hatin. Lê yekîneyê ev rastî ji hemû jinan re eşkere kir, li hember hemû êrişan tê koşiya, hebûna xwe parast heta ku ji cîhanê re bû mînaka berxwedanê.

Rûksen Mihemed wiha domand: “Ji bo parastina destkeftiyên di 10 salên şoreşê de hatine bidestxistin jinan gelek fedakarî kirin. Gelên herêmê jî zêdetirî 12 hezar şehîd û 5 hezar birîndar dan. Ew jêdera îlhamê ya berxwedana me ye da ku têkoşîna xwe mezin bikin û rêya wan berdewam bikin”.

Rûksen Mihemed bang li hemû jinan kir ku ji bo azadî û hebûna xwe tê bikoşin û got: “YPJ`ê bi têkoşîn û berxwedana xwe xwe îsbat kir. Ji ber wê û ji bo parastina destkeftiyên 10 salên şoreşê, divê jin xwedî li şoreş, destkeftî û hêzên xwe yên leşkerî derkevin bi rêya tevlêbûna di nav yekîneyan de da ku ax û gelê xwe ji êrişên domdar û qirkirinê biparêzin, têkoşînê û birêxistinkirinê li hemû qadan li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî xurttir bikin.”

Rûksen Mihemed ev li gotinên xwe zêde kir: “Di şoreşê de divê têkoşîn û tevlêbûn bi vîneke xurt hebe. Parastina wê di radeya yekemîn de dikeve ser milê jinan, ji ber êriş hebûna wê dikin hedef û bi qirkirina jinan re civak qir dibe.”

Rûksen Mihemed di dawiyê de got: “Divê gel û jin li dora hêzên leşkerî kom bibin û herêmên xwe biparêzin. Dema êrişên li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de me tecrubeya sekna li hember êrişan û bersiva rast girt. Divê gelê me dev ji axa xwe bernede û erkê xwe yê nîştimanî li hember şoreşa xwe bîne cih.”

3-Parastina destkeftiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid jî got: “Jinan di hemû qadên leşkerî, siyasî, civakî, rêveberiyên xweser û sivîl de mohra xwe danî û pêşengiya şoreşê kir.”

Bêrîvan Xalid balkişand ser rewşa jinan beriya şoreşê û got: “Jin di rewşek wisa de bû ku bi rewşa piştî şoreşê re nayê hevrûkirin. Gelên herêmê bi giştî ji ber zulm û zordestiya pergalan ne di tu halî de bûn. Jinan jî para xwe ji vê zulm girt. Ev yek dehfek mezintir dayê ku pêşengiya şoreşê bike û destkeftiyên şoreşê biparêze û bi rêve bibe.”  

Bêrîvan Xalid diyar kir ku jinên hemû pêkhateyên herêmê xwedî li projeya Rêveberiya Xweser derketin û got: " Di vê yekê de ya pêşîn b, fedakarî kir, di şoreşê de bû rêveber û fermandar. Ji ber wê destkeftiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê di radeya yekemîn de destkeftiyên jinan in.”

Bêrîvan Xalid di dawiyê de teqezî bi parastina jinan a destkeftiyên xwe kir û got: “Li dijî van destkeftiyan êrişên domdar û hewldanên têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û biratiya gelan hene. Ji ber wê divê em van destkeftiyan biparêzin û parastina wê erkê hemû jinan e ji ber ev destkeftî, encama şoreş, fedakarî û têkoşîna wê ne.”

4-Hesabxwestinê ji sûcdarên sûcên li dijî jinan

Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Stêr Qasim got: “Rola jinan di şoreşê de çalak û pêşeng bû û gelek destkeftiyên xwedî nirx ji gelên herêmê re bi dest xistin.”

Stêr Qasim wiha berdewam kir: “Ev destkeftî ne tenê yên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne lê belê yên jinên cîhanê hemûyan ne. Jin stûna sereke ya avakirina Rêveberiya Xweser û projeya neteweya demokratîk e.”

Stêr Qasim teqez kir ku têkoşîn û berxwedana jinan dê di şoreşê de bi ser keve û dê rêya xwe berdewam bikin heta Sûriyeyeke demokratîk a nenavendî ava bibe ku mafên hemû pêkhateyan misoger dike.

Stêr Qasim salvegera 10`an a şoreşê li hemû jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet herêmên dagirkirî pîroz kir û berxwedana wan a li hember siyaset û binpêkirinên dagirekriya Tirk û çeteyên wê silav kir. Stêr Qasim got: “Ruxmî sûcên domdar ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinan li herêmên dagirkirî, lê ew bi axa xwe ve girêdayî ne. Yek ji armancên me yên herî girîng ew e ku jinên koçber vegerînin warên wan, hesabê ji sûcdarên sûcên li dijî jinan bixwazin û wan di dadgehên navneteweyî de darizînin.”

5-Parastina ewlehiya herêmê ji êrişên hundir û derve

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihdiye Hindî Hîlal bi boneya salvegera 10`an a Şoreşa 19`ê Tîrmehê pêwîstiya hevgirtina jinan bi hêzên xwe yên ewlehiyê re ji bo parastina herêmê ji êriş û gefên dagirkeriya Tirk destnîşan kir û ev bone li rêber Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan û hemû hêzên leşkerî û ewlehî pîroz kir.

Mihdiye Hindî Hîlal soza berdewamkirina têkoşînê ji bo pêkanîna ewlehî û aramî li herêmê û biserxistina şoreşê da. Her wiha bang li hemû jinan kir ku destekê bidin hêzên leşkerî û ewlehiyê da ku herêmê ji êrişên derve û hundir biparêzin.

(şx)

ANHA