ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-07-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-07-2022
19 tîrmeh, 2022   23:00

-Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê bi sernavê "Şoreşa 19'ê Tîrmehê bingeha veguherîna demokratîk li Sûriyê ye" planekê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi çekên kîmyewî tên bombebarankirin. Berdevka Komîteya Ekolojiyê ya Kongra Star diyar kir ku bikaranîna wan çekan ne tenê ji bo dagirkirinê ye û got “Jiyana hemû zindiyan dixe xetereyê, divê êdî hikumeta Başûr jî ji bêdengiya xwe derkeve.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hemû komînên taxên Til Rifetê ji bo sekna li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker amedekariya xwe zêdetir kirin, ku komîteyên rewşa awarte hatin avakirin û dest bi bicihanîna erkên ku ji wan re hatine dayîn, kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê Meclisa Parastina Xabûr a Asûrî diyar kir ku di gel ku dewleta Tirk gefan dixwe da ku gelê Asûr û tevahî pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye qir bike, parastin erkê hemûyan e ku divê pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi boneya salvegera 10`an a Şoreşa 19`ê Tîrmehê analîzvanê nakokiya cîhanî yê amerîkî Dr.Thoreau Redcrop helbestek bi navnîşan Hemû li Rojava nivîsî.

- Profesorê swêdî Stellan Vinthagen destnîşan kir ku şoreşa Rojava di serdemekê de ku rejîmên otorîter ên cîhanê gelekî xurt bûne, wek çirûskeke geş vêdikeve. (BI WÊNE).

- Nivîskarê kurd Medenî Ferho cudahî û nakokiyên kurdî yên ku li dijî pergalên dagirkirinê Kurdistanê derketine û Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê ya 2012'an de destnîşan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Çalakvan û siyasetmedarên jin armancên sereke yên têkoşîn û berxwedana xwe ya ji biserxistina şoreşa xwe diyar kirin. Gelo ev armanc çi ne  û dê çawa bên pêkanîn? (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

-Şoreşa Rojava, niha di asta dil û mejî de ji bo me girîng e. Di şexşê Şoreşa Rojava de hêvî û xeyalên mirovahiya azad jiyanî dibin. Li gel hemû kêmasî û lawaziyên xwe jî Şoreşa Rojava bi ked û xwîna pakrewanan îro hêja jî stêrka geş a mirovahiya pêşverû ye. Şoreşa me ji ber ku ya hemû gelên bindest, xizan û kedkaran e, hêja ye û ji aliyê mirovahiyê ve hate hembêzkirin.

ANHA