Nezîra Gewriye: Divê em bi destkeftiyên şoreşa xwe ve girêdayî bin

Nezîra Gewriyê da zanîn ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê şoreşa jina têkoşer û pêşeng e ku tev li hemû pêngavên avakirinê bû. Nezîra Gewriyê banga parastina destkeftiyên şoreşê kir.

Nezîra Gewriye: Divê em bi destkeftiyên şoreşa xwe ve girêdayî bin
19 tîrmeh, 2022   17:26
QAMIŞLO

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Nezîra Gewriye di pîrozbahiya salvegera 10`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê de ku li Stada Şehîdên 12`ê Adarê tê lidarxistin de, axivî.

Nezîra Gewriye di axaftina de ev tişt got: "Em îro salvegera 10`emîn a şoreşa xwe bi bîr tînin. Şoreşa ku ji malzara gel dest pê kir. Armanca wê guhertina rewş û civaka ku em têde dijîn e. Şoreşa me ya ku li ser xeta demokrasî, azadî û jiyana hevbeş dimeşe destkeftiyên girîng ji bo gelê Sûriyê yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîn."

Nezîra Gewriye diyar kir ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê, ne tenê çekdarî ye û wiha domand: ''Lê belê şoreşek di hemû warên rêveberî, çandî, siyasî û civakî de  ye. Destpêkê ji rizgarkirina bajar û herêmên Bakurê Sûriyê ji Kobanê heta Dêrikê û Xabûr û ji Minbic heta Reqa û Dêrazorê. Ji avakirina Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê ve heta avakirina rêveberiyan li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Şoreş mafên hemû gelan misoger dike û nûnertiya wan di qadên herêmî û navneteweyî dike. Şoreşa me ne tenê DAIŞ'ê di aliyê leşkerî de têk birin, lê belê proje û fikrê wê yê bi armanca parçekrina gelan, înkarkirin û şikandina wan têk bir. Şoreşa me welat, mirov, çand û ziman ava dike."

ŞOREŞA JINA TÊKOŞER

Nezîra Gewriye di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinê di nava Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û ev tişt anî ziman: "Şoreşa me şoreşa jina têkoşer û pêşenge ku tev li hemû pêngavên avakirin û beşên wê bû. Nimûneya rast ji nirx û armancên ku banga wan dike."

Nezîra Gewriye îşaret bi girîngiya girêdanên bi destkeftiyên şoreşê kir û wiha domand: "Li hemberî qonaxên bê yên zehmet, çi gefên Tirkiyê yên domdar be ku dixwaze projeya me ji kokê rake, xwedîderketina li nirxên şoreşê girîng e. Gefên Tirkiyê cidî ne, dixwaze beşên nû ji welatê me dagir bike, projeya erdoganî osmanî berdewam bike.''

Nezîra Gewriye wiha pêde çû: "Gefên li dijî me têne kirin fikrên radîkal û paşketî eşkere dike ku şoreşa me li ser esasê guhertina wan dest pê kir. Em careke din di pêvajoyeke hesas re derbas dibin. Divê em ji bo parastina welat û şoreşa xwe hevgirtî bin. Ew jî bi rêya hevgirtin û xebatê me bi hêzên din ên Sûriyê re da ku welatê xwe biparêzin."

''BI HEV RE DERBASKIRINA ZEHMETÎ Û GEFAN''

Her wiha Nezîra Gewriyê îrade û têkoşîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li dijî hemû cureyên êrişên leşkerî û fikrî û aborî silav kir, û got: “Pêwîst e em zanibin ku serkeftinên me bi saya îrade û hevgirtina me pêk hatine, ku me bi rêya wan karîbû hemû zehmetiyan derbas bikin, heta niha jî ew zehmetî rastî me tên. Em ê hewl bidin hemû astengiyên di rêya me ya ber azadî û demokrasiyê de, derbas bikin.

Nezîra Gewriyê wiha domand: “Divê em baş nas bikin ku asta ku em îro tê de ne, eger ne ji zanebûna gelê me ya li gor her qonaxekê de ba, eger ne ji rexne û naskirina şaştiyên xwe ba jî, em nedihîştin vê astê. Ev tişt hemû li gor bingeh û nirxên vê şoreşê ne, yên wek biratiya gelan, jiyana hevbeş, wekhevî û pirrengiya siyasî. Ev têgeh hemû bûn bingeha avakirina jiyaneke birûmet û pêkanîna aramiya herêmê.”

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê, Nezîra  Gewriyê  bang li gelên herêmê kir û got: “Em bawer in ku serkeftin dê para me be, ber bi Sûriyeke azad, nenavendî û pirrengî ve.”

ANHA