Komcivîna Navneteweyî ya li ser Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi dawî bû

Komcivîna Navneteweyî ya li ser Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi encamnameyekê bi dawî bû.

Komcivîna Navneteweyî ya li ser Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi dawî bû
19 tîrmeh, 2022   16:59
QAMIŞLO

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) îro komcivînek li ser Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi navê "Şoreşa 19'ê Tîrmehê, Destkeftî-Astengî-Pêşeroj" li Hola Beylesan a navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo, li dar xist.

Di komcivînê de wezîrê berê yê karên derve yê Fransayê Bernard Concher, nivîskar êpisporê karûbarên kurdî Patrice Franceschi û nivîskara fransî Roxana Damasionov û nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê li Fransayê Xalid Îsa  beşdar bûn.

Di komcivînê de, sê rûniştin hatin lidarxistin. Rûniştina yekemîn bi navê “Şoreşa 19'ê Tîrmehê, Damezirandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk” e. Rûniştina duyemîn jî bi sernavê “Rêveberiya Xweser a Demokratîk wek nimûne û tecrube” ye, rûniştina sêyemîn jî bi sernavê “Zehmetî û astengiyên di Şoreşa 19'ê Tîrmehê de” ye. Her rûniştinek ji sê beşan pêk tê ku dê ji aliyê panelîstên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Sûriye û cîhanê ve hatin dayîn.

Encamnameya komcivînê bi civîneke çapemeniyê hate eşkerekirin. Nivîskar û lêkolîner Azad Elî encamname xwened.

Encamname wiha ye:

 “Şoreşa 19’ê Tîrmehê rêyeke siyasî ya hevbeş ji aliyên fikrî û siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re peyda kir, ku ew jî bû sedema bidawîhatina zikreşî û nijadperestiyê û rewşeke aram di nav pêkhateyên civakê de peyda kir. Her wiha rola jinê di hemû aliyên jiyanê de derxist pêş û  Rêveberiyeke Xweser li gor peymaneke civakî ku hemû pêkhateyên civakê di nav xwe de dihewîne, ava kir. Heman demê di têkbirina rêxistinên terorî û parastina xaka Sûriyê û civaka wê de jî, roleke wê ya mezin hebû, nexasim piştî ku bi hezaran şehîd dan û heta niha jî dide.

Piştî derbasbûna 10 salan di ser vê şoreşê re û ji bo nirxandina vê projeyê bi destkeftî û astengiyên li pêşiya wê û naskirina rêveçûna wê, me ev komcivîn li dar xist. Girseyek ji ronakbîr, lêkolîner û siyasetmedar beşdarî komcivînê bûn. Di komcivînê de li ser gelek pirsgirêkên çarenûsî ku girêdayî tevahî welatiyên sûrî ne hate sekinandin. Gikir û nêrînên xwe anîn ziman da ku bighêjin rewşa îstiqrara mayînde û aştiya navxweyî û navneteweyî. Me li ser gelek bendan li hev kirin ku bi raya giştî û saziyên navneteweyî yên têkildarî mijarên demokrasî, aştî, geşkirin û mafên mirovan re parve dikin:

1-Ji ber berpirsyariyên me yên qanûnî û exlaqî ye, em bang li civaka navneteweyî dikin ku bila bi awayekî qanûnî destekê bide Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û vê rêveberiyê wekî rêveberiyeke xweser a demokratîk nas bike ku nûnertiya tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Her wiha ambargoyên mirovî û siyasî li ser wê rake.

2-Em bang li rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî dikin ku pirsgirêkên kampan û girtîgehê rêxistina DAIŞ'ê çareser bikin, dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî qanûnên navneteweyî ava bikin.

3-Em bang li Koalîsyona Navneteweyî ya şerê li dijî terorê dikin ku sînorekî ji gefên dewleta Tirk  û milîsên wê re deynin ku wekî çete kar dikin û komkujiyan li dijî gelên me pêk tînin. Destekê bidin Rêveberiya Xweser û saziyên wê yên cûda da ku binkeftina rêxistina DAIŞ a terorîst bedewam bike û rê li ber derketina rêxistinên din ên tundraw were girtin ku gefan li ewlehî û aştiya navneteweyî dixwin.

4-Ji rêxistinên hiqûqî û alîkariyê yên navneteweyî tê xistin ku bi cidiyeteke mezintir nêzî mijarên koçberkirin, guhertina demgorafîk, qirkirina plankirî bibin ku artêşa Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê pêk tînin. Her wiha destekê bidin koçberên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê û yên in û bi garantiya navneteweyî wan li herêmên wan vegerînin.

5-Em bang li civata navneteweyî dikin ku ambargoya li ser herêmê rakin, destekê bidin peydakirina ewlehiya mirovî ya tevahî pêkhateyên herêmê li gel derfetên bi sînor ên li cem Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Her wiha li hemberî ragihandina  berovaj ya plankirî bisekinin ku ji hêla gelek aliyan ve tên kirin da ku vê rêveberiyê reş bikin. Em bang dikin ku deriyên sînorî yên bi herêmên Rêveberiya Xweser re vekin da ku alîkarî derbas bibin.

6-Ji rewşa li ser erdê tê xuyakirin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû saziyên xwe tu gefan li dewletên derdorê naxwe, lê ji diyalog û avakirina têkiliyên dostanî bi her aliyekî ku bixwaze re amade ye. Rêveberiya Xweser îmkanên çareserkirina pirsgirêkên di têkiliyan de bibîne û bi diyalogên dûrî şer û gefan çareser bike.

7-Saziyên Rêveberiya Xweser bi hevkariya civakên xwecihî, erebî, suryanî, asûr, kurdî û pêkhateyên din xurt dibin, da ku destkefiyên Şoreşa 19'ê Tîrmehê  werin parastin û aştiya navxweyî ya di navbera pêkhateyan de berdewam bike.

8-Peymana Civakî ya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê teqez bi nasnameya niştimanî ya Sûriyê dike, rewşa siyasî û çandî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefan li tu erdîngariya welat naxwe. Lê belê ji pirsgirêkan re çareserî ye. Ji hemû tevgerên siyasî yên sûrî çi muxalefet be an jî desthilata Şamê be ku diyalogên niştimanî bi hemû aliyan re pêk bînin.

-Da ku desteka Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê were kirin û di qada navneteweyî de were naskirin, divê însiyatîfeke navneteweyî were ragihandin.''

ANHA